April 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bi Wêne – PKKê çekdar tevlî xwepêşandana Xanesorê kiriye

Bi Wêne – PKKê çekdar tevlî xwepêşandana Xanesorê kiriye

BasNews

PKKê komek kesên xelkê bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava derbasî devera Şingalê kiriye û li Xanesorê xwepêşandan bi wan daye kirin, di nav wan de çekdar jî hebûne.

Duh, li gorî ku rêveberê bajarokê Sinûnê Nayîf Seydo ji BasNewsê re gotibû, PKK gelek kes, ku piraniya wan ereb bûn, derbasî Xanesorê kiribû. Li wir xwepêşandan bi wan dabû kirin. Di xwepêşandanê de alozî derketibû û 2 jin hatin kuştin û komek kes jî birîndar bibûn.

Nayîf Seydo li ser wan aloziyan ji televîzyona K24 re jî gotibû, haya me ji pilana PKKê hebû ku dixwaze xelkê ji Hesekê derbasî devera Şingalê bike. Piraniya wan jî ereb bûn. Bi rastî em nizanin ereb li vir çi dikin û çima ji me dixwazin em ji warê xwe derkevin!

Seydo her wiha gotibû, ew kesên ku li Xanesorê xwepêşandan kirin kevir avêtin hêzên polîs û serê gelek polîsan şikandine.Mixabin di wê aloziyê de 2 jin hatin kuştin. Yek ji wan xelka Şingalê bû ya din jî xelka Hesekê bû. Nayê zanîn ji aliyê kê ve hatine kuştin.

Rêveberê bajarokê Sinûnê daye zanîn ku fermandeyê Pêşmerge Bedel Bendî xûnd xwariye û gotiye, ti pêşmergeyekî teqe nekiriye ji ber wê jî ew jin bi fîşekên pêşmerge nehatine kuştin.

Di hinek wêneyan de, ku ji aliyê ajanseke nêzîkî PKKê ve hatine belavkirin, tê dîtin ku di nav kesên ji Hesekê derbasî Xanesorê bûne, çekdar jî hene û beşek ji wan otomobîlan pilaka Hesekê pê ve ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi