May 17, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Heyder Şeşo partiyekê nû ava dike

Heyder Şeşo partiyekê nû ava dike

Rûdaw

Endamê Civata Navendî ya YNKê Heyder Şeşo mijûlê avakirina partiyekê nû yê bi navê Partiya Demokrat a Êzidiyan e. Şeşo niha destûra avakirinê ji hikûmeta Bexdayê wergirtiye û hewldide ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî werbigre.

Heyder Şeşo ku di heman demê de Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê ye, derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Iraqê destûra karkirinê daye partiya wî ya nû. Niha jî mijûlê wê yekê ye, ku ji Herêma Kurdistanê jî destûrê werbigre.

Derbarê çarenivîsa Hêzên Parastina Êzidxanê de jî Şeşo got; “Hêza Parastina Êzidxanê nabe hêza çekdarî ya vê partiyê. Ji ber ku gelek endamên partiyên din di nav vê hêzê de hene û bi partiyekê ve nayê girêdan.”

Heyder Şeşo herwiha destnîşan kir, ku piştî 3ê Tebaxa 2014ê, wate êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê heta niha wî bi navê Endamê Civata Navendî ya YNKê ti karek nekiriye û bi temamî ji karê hizbî yê nav YNKê dûr ketiye.

Şeşo got; “Dema partiya nû kongreya xwe lidarxist êdî dest ji YNKê berdidim. Çimkî nabe di heman demê de bibim endamê du partiyên cuda.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo biryar dabû, ku hêza xwe ya leşkerî bixe ser Wezareta Pêşmerge.

Heta niha navê hezar şervanên vê hêzê di lîsteya Wezareta Pêşmerge de hatine tomarkirin lê hê jî 3 hezar û 780 şervan mane ku navê wan jî bên nivîsandin.

Derbarê vê yekê de jî Şeşo ji Rûdawê re gotibû; “Ev qonaxa yekemîn a bifermîkirina hêza me ye. di rojên pêş me de dê navê şervanên din jî bên nivîsandin. Ez nahêlim ked û xwîdana ti şervanekî vala here.”

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi