July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Îro salvegera peyman û rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê ye

Îro salvegera peyman û rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê ye

BasNews – Îro 11.03.2019ê salvegera rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê ye, ku şoreşa Îlonê ya mezin armancên xwe bidest anîbûn.

Roja 11.03.1961ê Rêberê Tevgera Rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî, şoreşa Îlonê ya gelê Kurdistanê, li dijî rejîma Iraqê û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê da destpê kirin.

Armanca Şoreşa Îlonê ya mezin bidest xistina otonomî bû bo Kurdistanê. Piştî 9 salan xebata şoreşgerî ya seranserê başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Iraqê naçar mabû ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û xweserî û otonomiya başûr Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970ê ya di navbera rêberê şoreşê Mistefa Barzanî û rejîma Iraqê de hate îmza kirin.

Ew rêkeftin wek rêkeftinekî dîrokî ya gelê Kurdistanê tê zanîn, ji ber bi wê rêkeftinê ve gelê Kurdistanê gelek destkevtên siyasî û aborî bidest xist.

4 sal piştî rêkeftinê hikûmeta Iraqê gav bi gav binpê kirin di rêkeftinê de pêkanîn û li gel rêkeftina Cezayîrê ya 16.03.1975ê ve dawî bi rêkeftinê hat.

Piştî ku Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Ebdulkerîm Qasim, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek partiyeke eşkere û yasayî betal kir û ji sozên xwe yên li ser mafên Kurdan di çarçoveya Iraqê de vegeriya, Kurd bi neçarî dest bi xebata siyasî ya nepenî û xebata çekdarî kir, Şoreşa Îlonê bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî di 11ê Îlona 1961ê de hat ragihandin.

Xebata serdema Şoreşa Îlonê dijwar bû, cîhan du alî bû ji aliyê her du welatên zilhêz Amerîka û Sovyetê ve, lê belê şoreşa Kurdan şoreşeke mezin bû. Pir wext derbas nebû ku şoreş ji Xaneqînê gihişt heta Zaxo. Kurd hemû ji bo qubanîdanê amade bû, roj bi roj baweriya xelkê bi Barzanî û şoreşê bihêztir dibû.

Yekem berhema vê şoreşê ku di dîrokê de hatiye nivîsandin, rêkeftina 11ê Adara 1970ê bû, ku gotûbêjên sala 1991ê jî ligel desthilata Bexdayê, li ser bingeha wê rêkeftinê bû.

Beriya destpêkirina şoreşê, Kurd dihatin çewisandin û ti mafekî wan ê netewî tunebû, mafê xwendina bi zimanê Kurdî tunebû. Nikaribûn şanazî bi nasnameya xwe bikin. Iraq ji qebûlkirina mafên ku di dema damezrandina sîstema komarî de pejirandibû, vegeriya.

Rêkeftina Cezayîrê ya 6ê Adara 1975an, mezinbûna Şoreşa Îlonê derxist holê, ku desthilatdarên Iraqê bi tenê nedikariyan şoreşê têk bibin û dawîli xebata Kurd a ji bo gihiştina mafên xwe bînin.

Her çiqas rêkeftin bi temamî nehat cîbicîkirin, lê cîbicîkirina beşek ji rêkeftinê  destkefteke mezin bû, bi taybetî di warê xwendina bi zimanê Kurdî de.

Rêkeftin di encama du sal gotûbêjên sift ên navbera serkirdetiya siyasî ya Kurd û hikûmeta Iraqê de hate bidestxistin, ku herî dawî bi rêkeftinnameyeke 15 xalî bi dawî bû. Li qadeke bajarê Bexdayê bi amadebûna Serokê wê demê yê Iraqê û Serok Barzanî û Îdrîs Barzanî û şandên danûstankar ên herdu aliyan, ew rêkeftin weke destkefta hemû Iraqê hat ragihandin.

Gotûbêjên navbera Şoreş û Partiya Be’s gihîştin qonaxeke nû ya dariştina madeyên rêkeftinê heta derengê şevê dirêj bû, demjimêr 23:30ê şeva 10/11ê Adara 1970, Mela Mistefa Barzaniyê Nemir û Sedam Husên îmze kirin.

Li gor rêkeftinê;

– Pêwîst bû di destûrê de weke neteweya Ereb amaje bi neteweya Kurd jî were kirin.

– Gelê Iraqê ji du neteweyên sereke pêk tê, neteweya Ereb û neteweya Kurd, di destûrê de mafên netewî yên Kurdan û mafên hemû kêmneteweyan hat nasîn di çarçoveya yekîtiya Iraqê de.

– Zimanê Kurdî li cem zimanê Erebî, li deverên ku piraniya nişteciyên wan Kurd in, bû zimanê perwerdehî û fêrkirinê.

– Divê cîgirekî Serokomar Kurd be.

– Gelê Kurd bi rêjeya nişteciyên xwe li gor nişteciyên Iraqê, beşdarî desthilata yasan bibe.

Ji bo Kurdan otonomî:

– Beşdarbûna Kurdan di desthilatê de û nekirina cudakariyê di navbera Kurd û Ereban de.

– Ji ber dûrxistina wan di rabirdûyê de Kurdan ji perwerde û fêrkirinê zirar dîtine, ji vî alî ve planek ji bo çareserkirina vê kêşeyê were danîn.

– Ji bo deverên otonomiyê serjimêrî were kirin.

– Vegerandina xwendekarên ku ji dibistanan hatine dûrxistin, an ji ber tundiya li deverên xwe, neçar bûne ku dev ji xwendinê berdin.

– Li televîzyonên hikûmetê weşana bernameyan bi zimanê Kurdî jî hebin û girîngî werin dayîn.

– Qebûlkirina xwendekarên Kurd li zanîngeh û peymangehan û dayîna derfeta xwendinê bi rêjeyeke adilane li derve û li navxwe.

– Berpirs û fermanberên li yekeyên îdarî ku piraniya wan Kurd in, divê Kurd bin, an ji wan kesan bin ku Kurdî baş dizanin.

– Vegerandina Kurdan bo erd û zeviyên xwe û cihên ku berê lê bûn.

– Bilezkirina pêkanîna yasaya çaksaziya çandiniyê li Kurdistanê û sererastkirina bi awayekî ku paktawkirina pêwendiyên derebegî misoger bike û hemû cotkar parçeyên erdên guncaw ji wan re werin dayîn.

Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû bi rêberiya Mistefa Barzanî ji bo mafên rewa. Ew rêkeftin bûye belgenameyeke yasayî û dîrokî û kevirê bingehê yê hemû destkeftên ku piştre ji bo gelê Kurdistanê pêk hatin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi