Serokwezîr Barzanî soz da nûnerên mamostayên nerazî
Rûdaw
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi mamostayên nerazî re civiya.
Îro pênşemî 12ê Çileya 2017ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li 7 mamostayan kir, ku nûneratiya wan mamostayan dikirin, ku pêştir ji ber kêmkirina mûçeyên mamostayan proseya xwandinê baykot kiribûn, lê herî dawî baykota xwe şikandibûn û biryar dabûn, ku bi çalakiyên din ên demokratîk nerazîbûna xwe berdewam bikin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê civîna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û nûnerên mamostayên nerazî de, daxuyaniyek da Rûdawê.
Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re ragihand: “Serokwîzrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cîgirê wî soz dane nûnerên mamostayên nerazî ku eger di pêşerojê de destkarî di mûçeyên fermanberan de hat kirin, mamoste yekemîn tuwêj bin ku destkarî di mûçeyên wan de were kirin.”
Dizeyî herwiha got: “Ew 7 mamostayên ku îro bi nûneratiya mamostayên nerazî hatibûn civînê, behsa rewşa jiyan û wan zehmetiyan kir, ku mamoste tê de dijîn, û Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Perwerdeyê guh li wan girtin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi wê jî kir, ku “Serokwezîr û cîgirê wî ji nûnerên mamostayên nerazî re zelal kirin, ku ew zehmetiyên ku mamoste tê de ne, seranserî ye”.
Sefîn Dizeyî da zanîn, serokwezîr û cîgirê wî “ne ji bo ku baweriyê bi wan bînin, belku ji bo ku ber çavê wan rohntir be, ku ew rewşa niha çê bûye, seranserî ye û ratsî hemû tuwêjan hatiye”, behsa rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê kirin.
Sefîn Dizeyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Soza wê yekê jî bi nûnerên mamostayên nerazî hat dan, tişta ku pêştir Yekîtiya Mamostayan û hikûmet li ser wê li hev kiribûn, ku alîkariya 150 hezar dînarî bo mamostayên derveyî bajaran û ya 100 hezar dînarî ji bo mamostayên nav bajaran bikeve warê pratîkê û were cîbicîkirin.”
Li ser dana wan alîkariyan, Dizeyî da xuyakirin: “Merc nîne ku ew alîkarî tenê li gel mûçeyên mehane werin dabeşkirin.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî