Netewên Yekgirtî: Dê 2 milyon û 300 hezar Îraqîyên din aware bin
Çavkanî: Waar media
Neteweyên Yekgirtî pêşbînî dike, ji sedema operasyonên serbazî li dijî rêxistina terorîstîya Daişê li Îraqê, bi kêmasî dê du milyon kes aware bin.
Lîz Grand, rêkxera Neteweyên Yekgirtî bo karubarên mirovî ragîhand, çaverîye çend oprasyonên din li dijî Daişê li Îraqê bên kirin û ji wana operasyona rizgarkirina Mûsilê, ev jî metirsîya awarebûna du milyon û sêsed hezar kesan heye.
Daxuyanîyên Grandê di wî demî dane, ku zêdetir ji milyonek 800 hezar awareyên Mûsilê û Enbar û Dîyala li bajêrên herêma Kurdistanê akincîne, ku piranîya rêxistinên navdewletî jî şîyanên dabînkirina pêdvîyên serekî bo wan nemane.
Ji destpêka operasyona rizgarkirina Fellûce jî bêtir ji şêst û pênc hezar welatîyan aware bûne û li bin xîvetan jîyaneka dijwar derbaz dikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
