August 01, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Daxwaz li Barzanî tê kirin li Silêmaniyê berbangekê bo aliyên siyasî rêkbixe

Daxwaz li Barzanî tê kirin li Silêmaniyê berbangekê bo aliyên siyasî rêkbixe

Çavkanî: BasNews

 Rêveberekî Tevgera Îslamî ya Kurdistanê daxwaz li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ku, serdana bajarê Silêmaniyê biket û piştre jî serdana Celal Talabanî û Newşîrwan Mistefa bike û berbangekê (fitar) bo hemû aliyên siyasî rêkbixe.

Endamê rêveber û berpirsê peyvendiyên giştî yê Tevgar Îslamî ya Kurdistanê Îhsan Elî Ebdulezîz di tora xwe ya civakî ya facebookê de pêşneyarek bo Barzanî kir û dibêje pêwîste Barzanî hemû aliyên siyasî li parka Silêmaniyê ya Hawarî şar kombike û di meha Remezanê de berbangekê bo aliyên siyasî rêkbixe, ku hemû li gel yek hewla çareserkirina pirsgirêkên naha yên Herêma Kurdistanê bidin.

Peyama rêveberê Tevgera Îslamî ya ji bo serokê Herêma Kurdistanê waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û bexşînde

Pêşneyareke birayane bo brêz serokê Herêma Kurdistanê rêzdar kak Mesûd Barzanî

Es selamûnaleykim û rihmetûllahû we berekatehû

Wek hûn jî agahdarin gelême di demeke pir metirsîdar de derbas dibe û xelkê hevniştimaniyên me di vê dema ne rihet û bê xizmet û bê mûçeyî û agirbarana li herêmê de, rastî dilgiranî û bêzariyê hatiye û her ji ber wê jî wan nexwaşî û aliyên ne xwezayî yên siyasî ji bo bêne derbas kirin, ez li we daxwaz dikim wek serokê Herêma Kurdistanê bê guman erkê we gelek girane û divê zêdetir wek birayê mezin û bav bo hemû takekî Kurdistanê hewl bidin û dilxweş bikin. Ji bo ez daxwaz dikim li we, di vê meha remezanê ku meha îdadet û lêknêzîkbûna dila ye û bihêz kirina biratiyê ye, berî cejnê hûn vî xelkî dilxweş bikin. Ew jî bi serdana we yê birêz bo bajarê Silêmaniyê û wek wefayekê hûn serdana Mam Celal bikin û serdana birêz kak Newşîrwan bikin, ku demek nêzîkde ji bo çareseriya nexwaşiyên xwe li dervey welat hatiye û piştre jî hemû hêzên siyasî li Silêmaniyê li parka Hawarê şar hûn bo berbangekê kombikin û wek birayê mezin hest bi berpirsyartiya xwe bikin û guh neden tu dengekî ne xêrxaz ên li Kurdistanê û ên di nav partiya xwe de jî.

Ez piştrastim bi karekî waha ve hûnê mezinahiya xwe tomar bikin û di nav dilê xelkê de zêdetir bên heskirin û li ber çavê xelkê jî hûnê mezintir bibin.

Hêvîdarim gavekî waha bibe av a aştiyê li ser gelême de û nehiştina tu dijminayiyekê nav gelême de û agirê nexwaşiyê di nav me de nehêle zêde bike.

Di meha pîroz da jî em derbas dibin, hêvîdarim gelê me li hemû nexwaşî û nehametekê dûr be û bigehe armancên xwe yên rewa.

Her ser bilind û bextewer bin…

We Eleykesselam û rihmetûllah û weberekatûhû

Birayê we: Îhsan Şêx Elî Ebdulezîz

24ê înê Xizîrana 2016 zayînî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi