July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li Fransayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li Fransayê kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ji ber canjidestdana serbazekî hêzên Fransî li Iraqê, peyama sersaxiyê arasteyî Emmanuel Macron û malbata serbazê Fransî kir.

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin: “Gelê Kurdistanê piştgirî û alîkariya hêzên leşkerî yên Fransayê, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da, bilind dinirxîne ku, ji bo jinavbirina tevahiya terorê piştgirî û alîkariyê pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û heta niha jî li ser erkê xwe ne.”

Pêştir Wezareta Hêzên Çekdar ên Fransayê di daxuyaniyekê de eşkere kiribû, efserê bi navê Baptiste Gauchot, otomobîla wî ji rê derketiye û bi giranî birîndar bûye. Herwiha diyar kiriye ku li nexweşxaneya Hewlêrê neştergerî ji bo wî hatiye kirin, lê belê ji ber giraniya birîna xwe, canê xwe ji dest daye.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên leşkerê Fransî Baptiste Gauchot dikim ku, di nava hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da li ser erkê xwe bû û mixabin, derengiya şeva borî ji egerê qeza trafîkê jiyana xwe ji dest da.

Ez, di vê dema dijwar da, ji malbatên wan, Serok Macron, gel û hikûmeta Fransayê re sersaxiyê dixwazim û hevsoz û hevxemê wan im. Ez ji Xwedayê mezin dixwazim canê rehmetî bi behiştê şad bike û hedar û aramiyê bi hemûyan bibexşe. Ji hevkarê wî yê ku di heman bûyerê de birîndar bûbû re şîfayê dixwazim.

Gelê Kurdistanê piştgirî û alîkariya hêzên leşkerî yên Fransayê, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da, bilind dinirxîne ku, ji bo jinavbirina tevahiya terorê piştgirî û alîkariyê pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û heta niha jî li ser erkê xwe ne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

19.08.2023

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi