May 31, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê NYyê di hevpeiyvînekê de behis li vegerandina awareyên Êzidî di ke

Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê NYyê: Kurdên Êzidî hêjayî wê yekê ne ku bi rûmet vegerin

Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Berpirsê Karûbarên Mirovî û Niştecîbûnê yê Iraqê Xulam Îshaq ragihand ku Kurdên Êzidî hêjayî wê yekê ne ku bi rûmet vegerin warê xwe.

Xulam Îshaq diyar kir ku 9 rêxistinên Neteweyên Yekbûyî mijûlî peydakirina alîkariyan ji bo şêniyên Şingalê bûn û got, “Li Şingalê zêdetirî 450 hezar kesan ji piştevaniyên me mifadar bûn”

Bi gotina Îshaq vegera penaberan girêdayî bicihanîna Peymana Şingalê ye.

Derbar Kampa Mexmûrê de jî Îshaq got, “Em li Kampa Mexmûrê nînin û piştevaniya wê nakin.”

Bêjerê Rûdawê Dilbixwîn Dara di roja cîhanî ya karên mirovî de hevpeyvînek derbarê karên mirovî yên Neteweyên Yekbûyê (NY) yê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Berpirsê Karûbarên Mirovî û Niştecîbûnê yê Iraqê Xulam Îshaq re kir.

Di hevpeyvînê de behsa wê rojê, alîkariyên UNê ji bo Koçberên Iraqî, koçberên Şingalê û penaberên Rojavayê Kurdistanê û rewşa kampa Mexmûrê hat kirin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Berpirsê Karûbarên Mirovî û Niştecîbûnê yê Iraqê Xulam Îshaq re bi awayî ye:

Rûdaw: Gelek sal in roja cîhanî ya karên mirovî salane di 19ê tebaxê tê bibîranîn, dixwazim bipirsim girîngiya vê rojê çi ye, guhertin li ser çêbûye yan na?

Xulam: Gelek spas ji bo mêvandariya we. 19ê Tebaxê ji bo cîhanê û ji bo Neteweyên Yekbûyî rojeke pir girîng e. Mixabin, rojek e ku me tê de 22 hevkarên xwe yên Neteweyên Yekbûyî di bombebarana Otêla Kanalê de, di sala 2003an de ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûn.

Vê bêtarê nêrîna li awayê karê mirovî û çalakiyên karê mirovî bi tevahî ji komeke cihê rêzê veguherî komeke armanckirî. Ev karesat bû sedem ku Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja 19ê tebaxê wekî Roja Karên Mirovî destnîşan bike.

 Armanca sereke zêdekirina hişyariyê li ser vî karî bû. Karê ku xwebexşên mirovdost li cîhanê dikin, pir dijwar û tijî kelem e. Piştevaniyên ku jiyan û xizmetguzariyan diparêzin digihînin milyonan kesên belengaz. Her wisa, ev rojek e ku em rêzê li qurbanîdana wan kesan digirin ku canê xwe gorî parastina jiyana kesên din kirin û em vê bilind dinirxînin.

Mixabin, em vêga dibînin ku pêkhate û aloziyên karê mirovî di 20 salên borî de hatine guhertin. Niha zêdetirî 250 milyon kesî pişta xwe bi hevkariyên mirovî girêdidin. Ango li gor berî 20 salan, 10 caran ji berê zêdetir bûye. Bê guman, me 20 salan bi berdewamî li Iraqê alîkariya mirovî pêşkêşî Iraqiyên hewcedarî wî alîkariyê kir.

Rûdaw: Li gorî UN li Iraqê alîkariyên mirovî li gel kêmbûna budceyê kêm dibe yan na? li ser vê babetê tu çi dibêjî? Îhtîmalek heye ji ber kêmbûna budceyê Rêxistinên UN ji Iraqê derkevin û Iraqê bi cîh bihêlin?

Xulam: Bihêle ez bi vî awayî bibêjim. Berî her tiştî, kêmbûna alîkariyên mirovî li Iraqê bi gelemperî girêdayî kêmbûna pêwîstbûna wan e. Eger em li berî pênc salan binêrin, lap piştî şikandina DAIŞê, alîkariyên mirovî digihîştin zêdetirî 11 milyon iraqiyan.

Niha ev hejmar daketiye du milyonan ku hîna jî hewcedariya wan bi hin hevkariyan heye. Herwiha, Iraqê di heyama 8 salên borî de zêdetirî 8 milyar dolaran wekî alîkariyên mirovî wergirtiye. Piraniya wan ji hêla rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî ve bûn.

Tevî ku ev pêwîstî êdî nemaye, lê em dibînin ku hejmareke mezin ji xelkê daxwazker in û piraniya wan jî ew kesin ku li hundir koçber bûn û niha vegeriyane cihên xwe. Di heman demê de, Iraqê karîna xwe pêş xistiye da ku bêtir berpirsiyariyê bigire ser xwe û alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re peyda bike.

Her wiha, em dibînin ku li ser asta cîhanê gelek astengî li pêşiya rewşa peydakirina pereyan hene. Li seranserê cîhanê, hin rewşên awarte hene ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Ji ber vê hinek daneran pereyên xwe ji bo Îraqê kêm kirine. Tevî kêmbûna pereyên daner û xêrxwazan jî, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ji Iraqê dernakevin.

Rêxistinên mirovî ji Iraqê dernakevin. Tenê ev heye ku em bala xwe ji arîkariya mirovî vediguherînin çareseriyên bi îstîqrar, domdar û demdirêj.

Rûdaw: Budceya we têra wê yekê dike ku hûn alîkariyên mirovî bi berdewamî pêşkêş bikin, tu kêmbûn têde çênebe?

Xulam: Wekî ku min diyar kir, dema ku pêwîstî hebe, em hewl didin xwe bigihînin çavkaniyan. Lê pêwîstî bi awayekî berbiçav kêm bûye. Niha jî em bang li Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku berpirsiyariya hin ji hewcedariyên ku mane li xwe bigirin. Ez dubare dikim, piştî heşt salan ji koçberiyê, çareserî ne piştgiriya mirovî ye.

Çareserî ango pêwîst e em van mirovan vegerînin cihên wan û di çarçoveya vê sîstema gihandina xizmetguzariyê ya niha û piştevaniyên din ên ku her Iraqîyek werdigire, bên asayîkirin. Loma divê em bala xwe biguherînin ser dîtina çareseriyeke berdewam ji van milyon û 200 hezar mirovên koçber re.

Rûdaw: Heta niha hejmareke mezin ji xelkê Iraqê li Herêma Kurdistanê koçber in, çawa piştevaniya wan tê kirin, pilaneke we ji bo vegera wan ji bo navçeyên xwe heye? li pêşiya vegera wan ti astengî hene yan na?

Xulam: Pir rast e. Weke ku min got, tevî ku hejmara koçberan bi awayekî darîçav kêm bûye, em hîna dibînin ku herî kêm di tomarên me de milyonek û 200 hezar Îraqî bi awayekî ji awayan koçber in û li Iraq û Herêma Kurdistanê belav bûne. Hîna piraniya wan li cihên niştecîbûnê yên nefermî ne.

Li Herêma Kurdistanê, di 25 kampan de nêzîkî 170 heta 180 hezar kesan hene. Niha ji hêla piştevaniyên me ve, dema ku me piştgiriyên xwe yên mirovî kêm kirin, me ev yek di şev û rojekê de nekir. Ev bi awayekî tevahî hêdî hêdî hat kirin.

Di van du salên borî de, em ligel hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî axivîn ka em çawa piştrast bibin ku ev guhertin nerm be û bandorê li ser alîkariya mirovî ya ji bo koçberên hundir neke. Loma em gihîştin du planan.

Ya yekem ew bû ku me par dest pê kir û ji “nêrîneke giştî ji bo veguhestina mirovî” pêk tê. Em vê wekî pêwîstên mayî yên koçberên navxweyî didin nasîn ku hîna hewcedariya wan bi alîkariya hikûmet û Neteweyên Yekbûyî heye. Lewra em li vir li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin daku hinek berpirsyarî bigire ser milê xwe.

Em pir kêfxweş in ku bibêjin, di hin warên wekî av, paqijî, perwerde û saxlemiyê de ber bi pêş ve çû ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jîdi hinek ji van waran de berpirsiyarî girtiye ser xwe. Herwiha, li Îraqa federal jî me bi hikûmetê re kar kiriye daku em piştrast bibin ku piraniya koçberên navxweyî xwediyên belgeyeke sivîl in.

Çimkî belgeyên sivîl û nasname rê didin ku destê wan bigihe xizmetguzariyan, wekî çûna dibistanê, wergirtina xizmetguzariyên tendirustî, qerebûkirin, hevkariyên maddî û hevkariyên hikûmetê. Loma, ev ew piştevanî ye ku em hîna ji bo parastin û hêsankirina têkiliya di navbera desthilata dadwerî û hikûmetê de bi koçberan re misoger bikin.

Em şêwira qanûnî didin wan û bi gelek awayan piştgirîya wan dikin. Li Iraqa federal, ev yek bi awayekî berfireh ji aliyê rêxistinên NY, wekî UNHCR ve hatiye kirin. Her wisa li Iraqa federal, IOM jî di warê kelûpel û stargehan de gelek alîkarî peyda kiriye.

Ew piştevaniya nêzîkî 54 cihên niştecîbûnê yên nefermî yan kampan dikin ku nêzîkî 20 hezar kesan li xwe digirin. Hin caran ev piştevanî ji bo alîkariya wan berfireh dibe daku li cihên xwe yên sereke niştecî bibin. Di warê debarê de jî, hin hevkarî û derfet ji wan re tên misogerkirin û rahênana çalakbûnê bi wan tê dayîn.

Herwiha, di hin rewşan de, em bi alîkariya desthilata navçeyî hevkariya wan dikin daku li navçeyên xwe niştecih bibin. Îcar te bal kişand ser astengiyan. Bê guman kelem û astengî hene û ev yek rê li ber vegera wan digire, û hinek ji wan siyasî ne, hin ewlekarî ne jî. Hin astengî kargêrî ne û dikarin bi hêsanî werin çareserkirin.

Ev di aliyê vegerandinê de lê em bi rêya xwe ya duyem bi hikûmetê re kar dikin ji bo em bigihin tiştê ku em jê re dibêjin stratejî yan plana çareseriya berdewam.

Em di wê baweriyê de ne ku çênabe piraniya van koçberên navxweyî zêde di kampan de bimînin. Bi nêrîna min, pêwîstiya wan pê heye ku asayî bijîn û vegerin û tevlî civakê bibin û mîna iraqiyên din destê wan bigihe xizmetguzariyan. Êdî ev kar berdewam e ji bo ku em dawî lê bînin û qonaxa koçberiya navxweyî li Iraqê kuta bikin.

Rûdaw: Mijareke din gelek girîng heye, ew jî mijara koçberên Şingalê ye, ti dizanî ev 9 sal in di bin çadiran de dijîn, ji bo baştirkirina jiyana wan stratîjiyeke UNê heye yan na? Hinek ji wan vegeriyane Şingalê lê ji ber nebna ewlekariyê, nebûna kar, nebûna xizmetguzariyan ji Şingalê vegeriyane di bin çadiran de, UN ji bo wan û ji bo Şingalê çi pilan dike?

Xulam: Bê guman, ji gelekan ji van êzdiyan re rewşeke nexweş bû ku bûne qurbaniyên tundûtîjî û hevrikiyan. Niha ew hêjayî wê yekê ne ku bi rûmet û parastî vegerin cihên xwe. Ez naxwazim ji hêla siyasî ve herim nav tevahiya rewşa Şingalê. Çimkî pir aloz e.

Bi baweriya min, divê kar bi partiyên cuda re bê kirin da ku were piştrastkirin ku rewş kêrhatî ye ji bo ku koçberên navxweyî bi rûmet û parastî vegerin. Lê bila ez hin rastiyan li ser tiştên ku NY di 4-5 salên borî de kiriye, ji te re bibêjim.

9 saziyên NY mijûlî peydakirina alîkariyên cuda cuda ji bo şêniyên Şingalê bûn. Zêdeyî 450 hezar kesî li Şingalê ji piştgiriyên me mifadar bûn. Me zêdetirî 3 hezar stargehan nûjen kirin yan me stargehên nû ji bo kesên ku vedigerin ava kirin.

Me alîkarî ji bo nûjenkirina navendên çavdêriya tenduristî peyda kir. Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî gelek avahiyên hikûmî nûjen kirin. Bi rastî, ez bi xwe par ji bo vekirina navendeke polîsan ku bi alîkariya NY hatibû nûjenkirin, li wir bûm. Tew, me bi dirêjiya 45 kîlometreyan elektrîk ji bendava Mûsilê kişand. Me hin xizmetguzariyên avê jî nûjen kirin da em piştrast bibin ku av digihe xelkê.

Herwisa, me kampanyayên derzîlêdan û parastina zarokan, kursên çandî û perwerdehiya pîşeyî dane destpêkirin. Loma, me seba nûjenkirina jêrxana aborî hilberîneke mezin kir da ku em nav di wan kesan bidin ku dixwazin vegerin daku bikarin li wir bijîn. Tevî vê jî, bi nêrîna min, mijara sereke maye ku divê rewşa Şingalê ji aliyê hikûmeta yekgirtî û asayîşa navçeyê ve hinekî were asayîkirin û saziyên hikûmî werin rêkxistin ji bo ku bikarin rewşê kontrol bikin û piştevaniya berdewam peyda bikin.

Çimkî wekî min got, piştgiriya me wekî NY demkî ye, tenê ji bo alîkariya wan e ku ji kampan derbasî jiyana normal bibin. Pêdiviya van kesan bi piştevaniya berdewam heye ji bo ku careke din mîna berê jiyana xwe ji nû ve bidin destpêkirin.

Îcar heta ku partî negihin encamekê, ez nikarim zêdegaviyê di tekezkirina li ser cîbicîkirina Peymana Şingalê de bikim ku NY bi tundî piştgiriya wê dike.

Rûdaw: Lê rêkeftina Şingalê hîn nehatiye cîbicîkirin û cîbecînekirina wê Rêkeftinê çi bandorê li ser koçberên Şingalê û yên vegeriyane cihê xwe dike?

Xulam: Bi baweriya min, min berê behsa hin bandoran kiribû lê bila em vekirî jî bibêjin ku heke Peymana Şingalê neyê bicihanîn, ev yek jîngeheke kêrhatî ji bo vegera parastî ya koçberên navxweyî çênake. Hîna ji ber ewlekarî û nebûna xizmetguzariyan dilgiranî li wir heye.

Divê rêveberiyek hebe ku şaredar serokatiya wê bike. Divê şaredarek hebe. Bê guman, nebûna van tiştan xwebaweriyê nade koçberên navxweyî û êzdiyan ku vegerin. Ez nabêjim ku xelk venagerin. Hin kes vegeriyane. Lê ji bo ku em nav di hejmareke mezin a xelkê bidin daku vegerin, bi dîtina min, pêwîst e Peymana Şingalê bi temamî were cîbicîkirin.

Rûdaw: Rewşa alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên li Herêma Kurdistanê dimînin çi ye? Hûn ji bo wan çi pêşkêş dikin, bi taybetî di warê geşepêdan û perwerdeyê de, wek mînak nedana mûçeyên mamosteyên xwendevanên Rojavayê Kurdistanê ji bo niha pir alîkariya wan nayê kirin, gelek mamosteyan dest ji kar berdane, we ti proje ji bo wan eşkere kiriye yan na?

Xulam: Pêşî, bila ez bi rastî pesnê wê mêvanperweriya bedew û piştevaniya gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidim û bilind binirxînim ku pêşwazîya penaberên Sûrî kirin û ew li xwe girtin.

Ez li gelek deverên cîhanê bûm û min jan û rewşa penaberan dîtiye lê tiştê ku min li Herêma Kurdistanê dît, bi rastî jî mînakek e ku divê çawa bi awayekî erênî û rêzgirtin reftar bi wan penaberan re were kirin. Loma, li gor min, ev bi rastî yek ji hêmanên herî girîng û erênî ye. Paşê, dema ku mijar têkildarî piştevaniya NY be, dezgeha sereke bi rêya UNHCR piştgiriya penaberan dike û UNHCR di van salên dawî de li Herêma Kurdistanê pir amade bû û piştgiriya parastinê ji penaberan re peyda kir.

Herwiha, li ser asteke berberfireh jî destê wan di birêvebirina van kampan de jî hebû û di çend salên borî de bi eşkereyî ji hêla tenduristî, perwerde, av, paqijî û tiştên din û mûçeyên diyarkirî de piştgirîya wan kir.

Tiştê ku ez dizanim ev e. Ez dîsa dibêjim ku ez ne şehreza me û hemû hûrgilî li ber destê min nînin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê mamostayan dide û di rastiyê de NY mûçeyê mamostayan nade. Her wisa, ez pir kêfxweş bûm dema min bihîst ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan Wezareta Perwerdeyê di bernameyeke perwerdehiyê de, zêdeyî 400 mamostayên sûrî yên berbijêr wergirtiye daku bibin mamosta û piştevaniya wan kirine.

Ez dubare dikim ku piştgiriyên me bi piranî bi tibaba pereyên berdest ve girêdayî ne. Ji bo berfirehkirina berdestbûna wan pereyan jî, divê hûn van karan parve bikin ji bo ku were zanîn ka çi dikare were peydakirin.

Hîna NY hin alîkariyan bi tibabên pereyên dirav, şêwira qanûnî, tomarkirina navan û parastina ji tundîtîjiyê peyda dike lê ez dubare dikim, bi baweriya min, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hêla elektrîk, av û veguhestina belaş de hevkarî û piştevaniya wan dike ku ev beşê herî girîng ê jiyana her penaberekî ye daku bikare li welatê malxwê bijî.

Rûdaw:  Hûn ji bo kampa Mexmûr çi core alîkariyan pêşkêş dikin? Paşeroja koçberên kampa Mexmûr li gorî Neteweyên Yekbûyî çi ye?

Xulam: Bila ez der barê Kampa Mexmûrê de eşkere bim. Nûnerên UNICEFê jî berî niha axivîye. Ya rast ew e ku piştgiriya me li wir nîne. Wekî ku hûn jî dizanin, der barê xwezaya sivîl a wê kampê de dilgiranî heye. Sûdwergirtina ji rewşa penaberiyê yan stargehê tenê ji bo wan kesan e ku ji ber tundûtûjî û pevçûnan direvin.

Loma ji bo me zehmet e em piştrast bikin ku komên çekdarî li Kampa Mexmûrê nînin û kesên ku xwezaya wê ya sivîl misoger dikin lê hene. Loma di encamê de, em li Kampa Mexmûrê nînin û piştgiriya wê nakin.

Rûdaw: Di roja cîhanî ya karê mirovî de dixwazî çi peyamê bide xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê?

Xulam: Ez hez dikim rêz û hurmeta xwe careke din ji hemû iraqiyan re diyar bikim, li hember wê berxwedaneke xurt ku Iraqiyan di heyama 20 salên borî de nîşan da. Bê guman, gelek Iraqiyan canê xwe gorî kir û divê ev yek bilind were nirxandin. Em rêza vê yekê digirin û qurbanîdana wan bi rêz û hurmet dinirxînin.

Peyama min ew e ku karê mirovî girêdayî hevsozî, bêalîbûn, serxwebûn, dilovanî û piştgirîyê ye. Loma, divê em vî giyanî biparêzin.

Karê mirovî li pey hevrikiyê tê, di demekê de ku hevrikî ber bi dawiyê ve diçe. Mirov nikare piştrast bike ku êdî karesatên xwezayî yan tiştên din dê neqewimin, lewra pêwîstî bi alîkariya mirovî derdikeve holê.

Loma, di vê Roja Cîhanî ya Karê Mirovî de, em bang li her kesî dikin ku rêza wan kesan bigirin ku karên mirovî dikin û wan biparêzin. Rê bidin wan ku karên xwe bi awayê herî baş bikin, çimkî li gor min, ew milyaketên bêdeng in ku jiyana xelkê diparêzin û di dema hewcedariyê de mirovan diparêzin.

Rûdaw: Brez Xulam Îshaq Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Berpirsê Karûbarên Mirovî û Niştecîbûnê li Iraqê Xulam Îshaq Gelek spas.  

Xulam: Gelekî spas.    

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi