July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Yekem tîmên alîkariyê yên geheştin Tirkiyê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn

Yekem tîmên alîkariyê yên geheştin Tirkiyê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn

BasNews – Berpirsê beşa hewarçûna lez a 122yê li tenduristiya Duhokê diyar kir: ‘’Yekem tîmên ku çûn Tirkiyê bo rizgar kirin û alîkariya xelkê mexdûrên erdhejê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Me karî hejmarekî zêde ya birîndaran çareser bikin û gelek termên qurbaniyan jî hatin derxistin û veguhestin.’’

Berpirsê hewarçûna bilez 122yê yê Tenduristiya parêzgeha Duhokê Heysem Ebdî ku naha li Tirkiyê li gel tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyê pêşkeş dike ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha li bajarê Îslahiye ya ser bi Dîlokê em kar dikin ji bo rizgar kirin û çareseriya birîndaran. Yekem tîma ku çûye Tirkiyê bo rizgar kirin û alîkariya xelkê mexdûrên erdhejê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Em zû geheştine Tirkiyê û demildest tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi alîkariya xelkê mexdûrên erdhejê kir. Heta naha 3 kes bi saxî ji bin kavil û xirbeyan hatine derxistin. Rewşa wan başe, gelek birîndar jî hene hatine çareser kirin û gelek termên miriyan jî hatine dîtin û veguhestin, bi rêya tîmên hewarçûna 122 ve û em berdewam hewkariya xelkê mexdûr dikin.’’

Herwaha got: Hemû tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewamin ji bo rizgar kirin û çareseriya birîndaran û dabîn kirina hewkariyê ji bo xelkê lêqewmayî û gelek birîndar hatine çareser kirin, ku gelek kes destên wan şikestine, hin kes hebûn serê wan şikestibû, hin kes lingên wan şikestibûn û xelkekî zêde yê birîndar heye ji bo wan jî berdewam çareserî hatiye kirin û em berdewamin li ser karê xwe yê li Tirkiyê.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi