July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî yekem sazî bû ku alîkarî gihande Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî yekem sazî bû ku alîkarî gihande Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) – Ev 5 sal in ti rêxistineke mirovî nikaribû bi rêya Deriyê Sînorî yê Babê yê di navbera Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de, alîkariyê bigihîne Rojavayê Kurdistanê lê piştî erdheja 6ê Sibata ku navenda wê Mereş bû, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî karibû alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî bigihîne Rojavayê Kurdistanê.

Karwanê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî şeva Înê gihîşte Efrîn û Cindiresê û bi Alayên Kurdistanê ji aliyê xelkê ve hat pêşwazîkirin. Welatiyekî ji bajarê Efrînê Zekî Omer ji Rûdawê re got, “Em gelek spasiya we dikin ji bo gihandina alîkariyan bo Cindiresê û Efrînê. Gelek spas.”

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 12 barhilgirên alîkariyên mirovî gihandine Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed got, “Çawa ku kesek zarokê wî bi nexweşiyeke giran dikeve, hemû hewlên wî dermankirina zarokî ye, ji bo me jî Efrîn wisa bû bi rastî, me bi hemû hêza xwe hewl da ku em bigihin vir û niha em kêfxweş in. Rast e karesateke mezin e lê dema ku em gihîştin armanca xwe û li vir di xizmeta xelkê de ne gelek kêfxweş in.”

Rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê dibêjin, wan tenê li Cindirêsê bêhtirî 500 kes ji kavilên avahiyên hilweşiyayî derxistine û alîkariyên Herêma Kurdistanê jî di vê dema zehmet de ji bo wan girîng e.

Fermandarê Giştî yê Firqeya Hemze Seyf Ebûbekir anî ziman, “Bi rastî ji ber ku karesat pir mezin bû gelek birîndar hene. Erdhejê bajar wêran kir, hebûna we û xêrxwazan ji bo me girîng e. Hikûmeta Barzanî û rêxistina wê û şandina alîkariyên wan ji bo vê herêmê piştgiriyeke girîng bû.”

Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Hebûş Leta jî li ser gihîştina alîkariyên Herêma Kurdistanê got, “Helbet şandina van alîkariyan dê bandoreke baş li ser me bike û alîkarî di wextê rast de hat, karekî baş bû, lewma em gelek spasiya wan dikin û daxwaz ji rêxistinên din jî dikin ku alîkariyê bikin.”

Tê çaverêkirin ku Dezgehê Xêrxwaziyê ya Barzanî di rojên pêş de alîkariyên xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê zêdetir bike û alavên endazyarî jî ji bo lêgerîna kesên di bin kavilan de mane bên şandin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi