July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî: Hêvî dikim aştî û biratî her tim li navçeyên me be

Serok Barzanî: Hêvî dikim aştî û biratî her tim li navçeyên me be

Hewlêr (Rûdaw) Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiya Cejna Krîsmesê arasteyî Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û got: “Bi vê boneyê ez daxwaz dikim hemû aştî û biratî li navçeyên me serwer be.”

Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 24ê Kanûna 2022yan bi boneya Cejna Krîsmesê ana jidayîkbûna Hezretî Mesîh, peyamek pêşkêşî Kirîstiyanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya hatina sersala nû ya zayînî û cejna Jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Kiristiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.”

Di beşeke din  a peyama xwe Serok Barzanî herwiha dibêje: “Bi vê boneyê ez daxwaz dikim hemû hewlên xwe ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyan û biratiyê di nav pêkhateyên Kurdistanê de bidin û hêvî dikim ku xwişk û birayên me yên Kirîstiyan hemû cejn û boneyên xwe di nav aramiyê de derbas bikin û aştî û biratî li cîhanê û navçeyên me serwer be.”

Şeva 24 li ser 25ê Kanûnê, cejna Krîstiyanan e ku têde bawermendên vê olê duayan dikin û ahengan digêrin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi