July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê berhemanîna zeyta zeytûnan zêde bûye

Li Herêma Kurdistanê berhemanîna zeyta zeytûnan zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, di werzê çinîna zeytûnan de, heft kargeh rojane nêzîkî 110 ton zeyta zeytûnê li Herêma Kurdistanê berhem tînin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê berhemanîna zeytê zeytûnê li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Hilberîna zeytê zeytûnê li Herêma Kurdistanê yek ji wan berheman e ku bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû.

Diyar kir jî, Ew rojane nêzîkî 800 ton zeytûnan ji cotkarên xwecihî yên Herêma Kurdistanê werdigirin û heft kargeh rojane nêzîkî 110 ton zeyta zeytûnê berhem tînin.

Li gorî Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kargehên zeytûnan li Herêma Kurdistanê zeytê bi kalîteyekî gelek baş berhem tînin û daxwaziyeke zêde li ser zeytê heye.

Serokê Komeleya Zeytûnfiroşan Nîmet Mewlûd ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re behsa berhemanîna zeyta zeytûnan li Herêma Kurdistanê kir ku her çend werzê çinîna zeytûnan dirêj be, berhemanîna zeytûnan baş dibe.          

Nîmet Mewlûd diyar kir: “Em zeyta xirab nedin xelkê ji ber ku em rasterast zeytûnan ji zeviyan werdigirin û di heman rojê de diguvişin û dikin zeyt.”

Destnîşan kir jî, “Xweşbextane li Kurdistanê daxwazeke zêde li ser zeyta zeytûnê heye û gelek kes bikar tînin. Pêştir daxwaz li ser wê kêm bû, lê niha li Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Li gor zanyariyên Fermangeha Medya û Zanyariyan, ji bilî navçeyên ku berf û serma lê heye, piraniya xaka Herêma Kurdistanê bo çandina zeytûnan guncaw e û dikare were çandin, niha jî nêzîkî 1350 cotkar di vî warî de kar dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser piştevaniya cotkaran û zêdekirina berhemên navxwe ji bo dabînkirina ewlehiya xwarekê berdewam e.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi