July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rojyên Êzî wek(Ferz, Xilmet û Saxlemî)

Rojyên Êzî wek(Ferz, Xilmet û Saxlemî)
Elyas Nemo Xetarî

Di dirêjya mêjûyê da hosa tê xweyakirin ku her milletek bi keltor û dab û nerîtên xo tazeye û yê ser bilnde , lewma divêt her wextekî û her werzekî salê bêt em baş vehunîn û Eîd û erefatên têda sax bikin , herdem xwe serbilnd bibînîn digel wan reng û deng û kar û xebata bab û kalên me bi rêvebirî û eu dab û nerîtên têda parastîn digel wan qonaxên jiyanê yêt dijwar heta îro roj ku em bitr delîvê û rê di bînîn ku em evan rêwresmên me yêt aynî yêt pîroz dibînî ،divêt em bitir xemê lê bixoyn û bitir lê bikene xudan.

Rojyên êzî her sal livî demê salê tên û wek sê rojên gelekî pîroz dêne li qelem dan dinava civakê me yê êzdî da , girtina rojya linava civakê me digel hatina werzê , sermayê dest pê dikin, girtina rojya jiblî rojyên êzî dinava milletê me da diçne di xana xêrê da anku xêrn ne ferzn, her kesê divêt rojyan bigrt demekî berî rojyên êzî bxêra navên xudê û xas û bab çakên me êzdiyan tiştekî rewaye û diçe di xana xêrê da bo wî kesî ewê radbt bi erkê rojî grtinê û rojyan digrt berî rojyên êzî، lê rojyên me Êzdiyan ferzn anku rojyên êzî ferzn ji ferzên terîqetêne û fere li ser her kesekê êzdî van hersê rojyan bigrt bi şêwekî rêk û pêk ،anku şebeqê berî roj helatê bi demekî rabt dest û çavên xo pak û temîz biket û perwestey xudê bit û duaya xo biket paşî paşîvê bixot berî roj helatê dev ji xwarnê û vexwarnê berdet bimînt dev grêday ،nabt kesê êzdî tştekî bixot yan vexot anku dev girtî bit ji xwarnê û vexwarnê û ji her axftineka ne ye dirust her ji rojhelatê heta bo rojava, hêre divêt em dyarkeyn ku rojî girtn ne bi tnê qedexeya xwarn û vexwarnê ye belê demê em dibêjîn dev girtin anku ji her tiştekî ne dirust.

Rojî grtin di aynê me êzdiyatiyê da mezntrîn xêr û xilmete ، li hêre me divêtin diyarkeyn ku mirovê rojyan digirit xêreke here mezin dikit dinava çarçovê Êzdiyatiyê da û ferzeke here mezin bi cîh dînt ew jî êke ji ferzên terîqetê, ji alyê dîve rêz û hurmet û rumet qedr û qîmeteka here mezin didete xo û binemala xo demê rojiya digrt û gelek ferq û cudayeka mezin di kefte di navbera kesê rojyê digrt û kesê bê rojî bit lewma diviya bête xuyakirin ku rojî grtin rêz û hurmet û qedr û qîmetekê mezin didete mirovan، rojî û saxlemî û tendrostya mrovan, demê mirov erk û xebatên eaynî bi zanîn û zanstî ve grêdidet ew erk û kar û xilmet bitr dêne qebûlkirin, lewma me li vêre diviya em wê çendê xuya biken ku rojîgirtin û saxlemya leşê mirovî grêdaneka here mezin pêkve heye , bi rastî eger mifaya saxlemyê di rojî girtinê da neba bawer dikim rojî girtin diyar nedibûn û nedibûne ferz liser gelek xelk û gelek milletan ku rojiyan bigrn, helbet rojî girtin dibte bênvedanek jibo leşî û hemû endamên leşê mirovî û masolka û zivroka xûnê û mêşk û hemû beşên leşî da bênvedanê bikin, her dîsan rojî girtin dibte ezmûnek bo gelek kesên bê sebr daku bikarn sebrê bikêşn û bo demekî kurt xo dev grtî bikin.

Rojîgirtin ferzeke ji ferzên terîqata me Êzdiyan , em rojiya bo xudê digrin, Êzî naveke ji navên xudê lewma em dibêjin rojiyên Êzî, rojyên me sê rojin sê şembû û çar şembû û pênc şembû û roja înyê dibte roja îda rojyên êzî , berî hingî bi çend rojeka Êzdî serbira ser jê dikin dibêjinê rojên pez kuştnê(qurbanekî) ji ber pîroziya îdê , li demê rojiyan Êzdî êk û dû mêvan dikin liser paşîvê û liser fitarbûnê wek rêzgirtnek û xêrek, her dîsan divêt her malek sifreka zadî bo maleka hejar bibit çî ya paşîvê bit yan jî ya fitarê bit wek erkekê mirovayetî û cînarî û wek karekî xêrê , hersê rojyên êzî hosa bi rêve diçin û li roja înyê dibte îda rojyên êzî li hêvarya îdê hemû mal sewkêt îdê dipêjin û liser hevdû belav dikin bi merema têkelbûna nanê wan, her dîsan li sibeyka îdê seredana zehmana dikin û miryên ezîz li bîra xo dînin, paşî xelk hemû qesta ziyaretbûna ber qubên xas û bab çakên êzdiyan dikin bi merema ziyaretbûnê û pîrozkirina îda rojyên êzî her sal bixêr û xoşî bête ve.

 

Veguhastin : Çinar Şemo

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi