Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir
BasNews – Îşev 01.10.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola kurdên êzdî Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: ‘’Mixabin nûçeya koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola êzdî Babe Şêx (Şêx Xirto Hacî Îsmaîl) min bihîst. Serxweşiyê li malbata wî ya birêz û Mîrê êzdiyan û encûmena ruhanî û temamê xwîşk û birayên êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.’’
Mesrûr Barzanî got: ‘’Cenabê Babe Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî giring bû li herêma Kurdistanê û cîhanê. Herwaha rolekî berçav jî di pêşxistina pêkvejiyana olî li herêma Kurdistanê de hebû. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide hemû aliyan.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî