شبكة لالش الاعلامية

Bavê ruhanî yê kurdên êzdî Babe Şêx koça dawî kir

Bavê ruhanî yê kurdên êzdî Babe Şêx koça dawî kir

BasNews – Îşev 01.10.2020ê bavê ruhanî yê kurdên êzdî Babe Şêx di temenê xwe yê 87 salî de ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.

Berpirsê ofîsê û birayê Babe Şêx Hadî Babe Şêx ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî milmilaneyekî zêde li gel nexwaşiya gurçikê, Babe Şêx ê bavê ruhanî yê kurdên êzdiyan li nexwaşxaneyekî Hewlêrê koça dawî kir.’’

Herwaha got: ‘’Babe Şêx 20 roj berî naha ji ber nexwaşiya gurçikan rewşa wî ya tenduristiyê têkçû û bo çend rojekan li nexwaşxaneyekî bajarê Duhokê ma, piştre ji ber rewşa tenduristiya wî ya xirabji nexwaşxaneyekî bajarê Hewlêrê re hate veguhestin û herî dawiyê îşev ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Qubad Talebanî kir

Lalish Duhok

Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî roja niştimanî ya Fransa hat pîrozkirin

Lalish Duhok

Peyva Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş li ser gorê Barzanî.

Lalish Duhok