April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mirovên qurbaniyên erdheja Efrînê bang li Serok Barzanî kirin

Mirovên qurbaniyên erdheja Efrînê bang li Serok Barzanî kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê erdhejê herî zêde wêranî li herêma Efrînê kiriye ku heta niha zêdetirî 450 kesan li wê derê jiyana xwe ji dest dane. Mirovên qurbaniyên erdheja Efrînê ji bo alîkayê bang li Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.”

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ku ji ber erdhejên 7.7 û 7.6 ku navenda wan navçeyên Mereş Pazarcik û Elbîstanê bûn, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan 1700 kesî derbas kir ku 450 kesan li Efrînê jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber erdheja ku li parêzgehên Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê bandor li wan kir, gelek avahî hilweşiyan û bi hezaran xanî zirar dîtin û bi sedan kes jî di bin kavilan de mane.

Kesên ku mirovên wan li Efrînê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji Rûdawê re axivîn û gotin kesek alîkariya wan nake û bang li Hikûmeta Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî kirin ku bi xelkê Efrînê re bibin alîkar.

Seîd Neso, xelkê bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev çend salin li Hewlêrê dimîne.

Di erdheja ku duh serê sibehê çêbûbû de birayê Seîd ligel hevjîna xwe û 4 zarokan canê xwe ji dest dane. Ew dibêje ku tiştê ku li Efrînê rûdayî karesat bû.

Li aliyekê din Arif Hebeş ku ew jî xelkê Efrînê ye, dibêje ku pismamê wî li gel hevjîn û 3 zarokên xwe di erdhejê de bi din avahiyê de asê mabûn û canê xwe jidest dan.

Arif dibêje ku alîkarî ji hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê re diçe, lê Efrîn ku di navebra herdu aliyan de ye heta niha tiştek negihiştiye wan.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi