Li Şêxan zarokekî sawa yê hatî avêtin hat dîtin û nameyek jî li gel hatiye danîn
BasNews – Şeva borî zarokekî sawa yê hatî avêtin li pêş deriyê mizgefta Şêxan hate dîtin û nameyek jî li gel hatiye danîn
Çavkaniyekî li nexwaşxaneya beşa lezgîn a bajarokê Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê ji BasNewsê re ragehand, nêzîk mizgeftekî ya li navenda bajarokê Şêxanê, zarokekî sawa hatiye avêtin û nameyek jî li gel hatiye danîn.
Herwaha got, ew zarok kur e û naha li nexwaşxaneyê ye û rewşa tenduristiya wî jî pir başe û emê radestî dadgehê bikin.
Di nameya ku li gel wî zarokî hatiye danîn de hatiye nivîsandin: ‘’Em nikarin vî zarokî xwedî bikin û herkesekî ku xwedî jî bike gerdena wî aza be.’’
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî