July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Efrînê erdhejê çîrokên dilêş li pey xwe hiştin

Li Efrînê erdhejê çîrokên dilêş li pey xwe hiştin

Hewlêr (Rûdaw) – Erdhejê ziyaneke zêde gihandiye Efrîn û herdu nahiyeyên Cindirês û Şiyê. Çirokên gelekî dil bi êş li wan navçeyan hene weke nimûne Samir Seraqibî  12 kes ji malbat û kesûkarên xwe ji dest daye, dibêje bi vê karesetê pişta wan şikest. Nişteciyekî bajarokê Cindirêsê jî dibêje hemû malbata wî li jêr kavilan mane.

Efrîn û herdu nahiyeyên ser bê wê herêmê, Cindirês û Şiyê bêhtirîn navçeyên Sûriyê bûn ku bi sedema erdhejê, ziyanên mezin gihiştine wan.

Welatiyê bi navê Samir Seraqibî, di vê erdhejê de, li Cindirêsê 12 ji kesûkarên xwe jidest dane.

Samir El-Seraqibî dibêje: “Pişta me şikest, bi Xwedê pişta me şikest. Ne bav, ne dê.. Birayê min karûbarên malê birêve dibirin. Bi xwedê wî karûbarên malbatê birêve dibirin.”

Birayê Samir ê Amir Seraqibî  jî wiha behsa trajedyaya xwe kir: “Ji kesûkarên xwe, min 12 kes jidest dane. Dêya min hêj li jêr kavilên wêraniyê ye, min nikarîbû wê derxim. Birayê min ê ku aniha wî derdixin, birayê min ê din hêj li jêr kavilan e, herdu zarokên birayê min ê mezin, 2 zarokên din jî, sax hatin derxistin. Me xûşka xwe ligel hevjînê wê û çar zarokên wê jidest dane. Spas ji Xwedê re.”

Ji Berbanga Duşemê ve, heta niha bi dirêjiya 2 rojan xelk û tîmên hawarçûnê li qurbaniyên li bin kavilên wêraniyê digerin.

Nişteciyekî bajarokê Cindirêsê jî dibêje hemû malbata wî li jêr kavilan mane.

Niştecihê Cindirêsê Elî Bettal got: “Malbata min, zarokên min, keça min û malbata xwe û zavayê min. Hêj li jêr kavilan in. Ti kes alîkariya wan nake, amêr nînin, tiştek nîne, ti karîn nîne. Em dengan dibihîsin, hêj sax in, lê ti rê nîne em wan derxin. Kesek nîne wan rizgar bike. Amêr nînin. Em banga xwe digihînin hemû dewletan, em banga xwe digihînin mirovahiyê. Alîkariya me bikin. Em rastî karesatekê bûne.”

Li gorî zanyariyên xwecihî ji nahiyeya Cindirêsê, ew bajarok bi sedema erdheja berbanga Duşemê 06ê Sibtê, bi awayekî giştî wêran bûye û bêhtir ji 40 avahiyê bi tevayî wêran bûne.

Li gorî zanyariyên ji nav nexweşxaneya Serbazî ya Efrînê, heta şeva duşemê, bêhtirî 300 termên qurbaniyan gihîştine wê nexweşxaneyê. Hejmara birîndaran jî gihiştiye 943 kesî.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi