Pîroze
Helbest : Salar Faez/ Elmanya
Pîroze daweta we hezar car
herdem di saxin dilêt wefadar
me guh li çîrkêt ‘aşiqa bû
lê me bi xo hûn dîtin evîndar
Li her cihekî û hemî deman
dê her hebin xudan soz û peyman
çend ser wan born roj û meh û sal
çaverê ‘eşqêne bi dil û can
Îro dû dildar gehiştin hîvya
‘aşiqêt dilpak ” Dexîl û Samiya”
em jî serbilindîn bi ‘eşqa we
pîroze ev roje li me hemîya
SA