July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

DAIŞê nikarî evîna wan biqedîne: Dexîl û Samiya piştî 9 salan careke din zewicîn

DAIŞê nikarî evîna wan biqedîne: Dexîl û Samiya piştî 9 salan careke din zewicîn

Hewlêr (Rûdaw) – Dexîl û Samiya piştî 9 salan ji hev cudabûnê, careke din daweta xwe kirin û zewicîn. Samiya di sala 2014an de li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û di destpêka vê mehê de hate rizgarkirin û vegeriya nav malbata xwe.
Dema ku Samiya ji aliyê DAIŞê hate revandin mehek bibû ku ew û Dexîl zewicîbûn lê piştî 9 salan ew tevî 5 jinên din ên Kurd ên Êzidî ji Sûriyê hatine vegerandin. Weke nîşana hezkirina hev, her duyan jî navên hev li ser destên xwe neqşandibûn.
Samiya Simo bi cil û bergên bûkiniyê ji Rûdawê re got ev rewşa ku niha tê de ye wek xewnekê ye û anî ziman, “Min bawer nedikir. Min digot qey ez di xew de me. Ez gelekî kêfxweş im.” Dexîl jî got ku ew her li hêviya wê bûye ku rojekê hevjîna wî bê vegerandin û got, “Ez xwe pir kêfxweş dibînim.”
Diya zava di nav temaşevanan de bû û ji rûyê wê diyar bû ku ew pir kêfxweş e û ji Rûdawê re got, “Ez gelekî kêfxweş bûm bi dîtina vê dîmenê. Ew gelekî ji Samiyayê hez dikir û her li benda wê bû.”
Di salona dawetê de bi dehan kes ji xizmên Dexîl amade bûn, ji aliyekî ve dengê govendê û ji aliyê din ve dengê dîlanê hinekî êşa wan sivik kiriye. Li mala bûkê jî birayek û du xwişk amade bûn ji bo dawetê.
Birayê bûkê Selam Simo got, “Me bawer nedikir ku em careke din şahiyê bikin lewma em niha xwe pir kêfxweş in.”
Li Duhokê di dawetê de 5 keçên bi Samiyayê re hatibûne vegerandin jî amade bûn. Heta niha 3 hezar û 568 ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, hatine rizgarkirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi