July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rêveberê‌ Koç û Koçberan: Bernamê‌ zivrîna awaran bo Şingalê‌ bi rêya sazeya (IOM) destpêkirye

Rêveberê‌ Koç û Koçberan: Bernamê‌ zivrîna awaran bo Şingalê‌ bi rêya sazeya (IOM) destpêkirye

Rêveberê‌ Koç û Koçberan û bersvdana qeyranan li Duhokê‌ diyar kir, bernamê‌ zivrîna awaran bo Şingalê‌ bi rêya rêkxrawa IOM destpêkirye, di maweyê‌ dû rojan 116 xêzan ji kempa Şarya zivrîne Şingalê‌.

Pîr Deyan, Rêveberê‌ Koç û Koçberan û bersvdana qeyranan li Duhokê‌ ragehand, gelek awaran li kempa Şarya û kempa Bêrsfê yek navê xwe bo Şingalê‌ tomarkirine, lê‌ piroseya zivrîna awaran bo Şingalê‌ gelek sist bûye, jiberku harîkarya awaran nahê kirin demê‌ dizvrne bo Şingalê‌ û nuke bi rêya rêkxrawa IOM demê‌ aware dizvrne ser cihên xwe harîkarya wan tê kirin».

Zêdetir got: Heta niha pitir ji 300 hezar awaran li nav 16 kempan da mayne, hindek jî ji dervey kempan dijîn, heta niha pitir ji 40 hezar kesên aware ji kempan yên zivrîne Şingalê‌, di beramber da hindek aware dûbare ji Şingalê‌ zivrîne kempan û harîkaryên rêkxrawan bo awaran gelek kêmbuyne em daxwaz dikeyn piştevanya awaran were kirin».

Pîr Deyan ew jî dyar kir, vegeryana awaran bo Şingalê‌ ya berdewame, aware bo vegeryana Şingalê‌ di azadin, her awarekê‌ bivê dikare daxwazya xwe bo zivrîna Şingalê‌ pêşkêş bike, hemû asankarî digelda dihêne kirin, lê‌ arîşe aware ewe dibêjn li Şingalê‌ di aram nînin, gelek aware hene xanyên wan xrabbûyne û neşên vegern heke harîkarya wan nehête kirin bo avakirina xanyan».

Navhatî got jî:» bo her xêzaneka bizvre Şingalê‌ nuke hezar û 240 dular dihêne mezaxtin، ev kujmê‌ parey bi dû qunaxa dihête dan, di qunaxa yekê da demê‌ aware ji kempê‌ derdikevn û diçine Şingalê‌ 600 dularan werdigrn,demê‌ digehine Şingalê‌ jî qunaxa dûyê‌ werdgrin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi