July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hoşyar Zêbarî: Ez dizanim bûyerên 7ê Cotmehê dê Rojhilata Navîn biguhêre

Hoşyar Zêbarî: Ez dizanim bûyerên 7ê Cotmehê dê Rojhilata Navîn biguhêre

BasNews – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya ji bo rakirina Helbûsî, li Iraqê dubendiyê çêdike û ev yek jî lawaziya saziyan nîşan dide.

Zêbarî di Çaremîn Forma Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn (MEPS) de li Duhokê de got: Me xwest ku îsal bibe saleke baş û geş, ji bo asayîkirina pêwendiyan. Lê em vegeriyan ku bersiva pirsa berê bidin: Gelo li Rojhilata Navîn aştî û ewlehî heye? Ez ê pir hêsan bibêjim: Na.”

Zêbarî got: Tiştê ku di 7ê Cotmehê de dest pê kir û êrîşa li ser cihûyan, xaleke werçerxanê ye, ew ji êrîşên din cudatir bû, ev yek ji bo herdu aliyan metirsiyeke wêranker e. Di sala 2014an de min li gel şandeke welatên Erebî serdana Xezeyê kir, ez hest bi êş û birîna xelkê Xezeyê dikim, dizanim ku rewşa Xezeyê bi her awayî xirab bûye, bi taybetî di warê mirovî de.”

Hoşyar Zêbarî diyar kir: “Zêdetir ji 230 sivîlan dîl hatin girtin, ev yek bû sedem ku Îsraîl bi ser Hamasê de biçe. Ez nizanim Îsraîl çawa difikire. Ez ne berdevk û ne jî parêzerê wan im. Lê di baweriya min de, ev şerekî cuda ye.

Zêbarî diyar kir: “11’ê Îlonê siyaseta cîhanê guhert û hinekan got ku Iraq hatiye rizgarkirin û hinek jî dibêjin ku Iraq hatiye dagîrkirin. Afxanistan jî wiha. lê bi rastî tundrewên îslamî ev yek kirin. Bi heman awayî, tiştê ku di 7ê Cotmehê de bûye, dîsa ji aliyê tundrewên îslamî ve hatiye kirin.”

Zêbarî got: “Li Iraqa nû, tiştê ku em rûbirûyî wê bûne, Qaîde bû, ku heman rehenda tundrewiyê bû. Ji ber vê yekê ez dibînim ku ev şer dê berfireh bibe. Metirsî heye ku milmilaneyeke herêmî derkeve, ji ber ku hemû pêkhate û sedem hene. Ez dizanim 7ê Cotmehê dê Rojhilata Navîn biguhêre.”

Hoşyar Zêbarî got: “Herêma Kurdistanê jî ne dûrî van geşedanan e, divê em yekrêziya Herêma Kurdistanê biparêzin û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bikin, ji bo ku em ji her tiştekî nexwestî re em amade bin.”

Zêbarî got: “Mixabin em li Iraqê bi bêaramiyê re rûbirû ne. Biryara dawiyê ya Dadgeha Federalî ya rakirina Helbûsî, bi rastî jî bêwêne bû, ev yek li Iraqê cemserbendiyê çêdike. Bi rastî jî neheqî bû, derveyî yasayê bû, lawaziya saziyan û bêkarina saziyan di vê demê de nîşan dide. Em ber bi çend hilbijartinan ve diçin û rewşa herêmê ne baş e. Ev biryar di vê demê de ne baş e, pir şaş e.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi