July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Koçerên Şingalê dê karibin li nava kampan dengê xwe bidin

Koçerên Şingalê dê karibin li nava kampan dengê xwe bidin

 Berpirsê Hilbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ragihand, tenê koçerên Şingalê yê li nava kampê li Herêma Kurdistanê dê karibin di hilbijartinên encûmena parêzgehan li nava kampan dengê xwe bidin.

Menaf Hesen, Berpirsê Hilbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand, li Iraqê bi milyonan kes koçber bûne, yasaya hilbijartinan dibêje bila hemû koçber vegerin warên xwe û li cihê xwe di hilbijartinan de dengê xwe bidin. Ev yek jî ji koçberan re pir zehmet e û mal û cih ji wan re nemane. Parlamento û Komîsyona hilbijartinan jî vê yekê dizanin, lewma niha koçber dikarin li sînorê parêzgeha Mûsilê dengê xwe bidin, ew jî li Xebat û Şêxan û Xazer, lewma niha ew koçberên ku li kampê Kurdistanê ne dikarin herin li wir navê xwe ji bo hilbijartinan tomar bikin.”

Menaf Hesen wiha got: “Niha xelk berdewam in li ser karê ku di 9ê Mijdarê de dest pê kiriye û dê heta meha bê berdewam bike, ku ev yek ji bo koçberan e ku ji dengdanê bêpar nemînin û bi hêsanî û bê astengî dikarin di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de deng bidin. Ji ber ku eger derbasî Mûsilê bibin dê pirsgirêkan ji wan re çêbikin.”

Hesen wiha got: “Tenê koçberên Şingalê dikarin li hundir û derveyî kampan dengê xwe bidin.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi