July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Emîrê Êzdiyan bang li Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî kir .

Emîrê Êzdiyan bang li Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo rakirina bandora jenosîdê û dadgehkirina tawankaran kar bikin.

Tora Laliş ya mediyaî

Emîrê êzîdiyan li Iraq û cîhanê Hazim Tehsîn Beg îro pêncşemê bang li serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûneratiya Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) kir. ji bo rakirina bandora jenosîda ku DAIŞê li navçeya Şingalê pêk anî.

Ev yek di gotarekê de hat ku wî di merasîmeke bîranînê de ku li paytext Bexdayê, bi helkefta nehemîn salvegera jenosîdkirina êzîdiyan ji aliyê DAIŞê ve hat lidarxistin, pêşkêş kir.
Tehsîn Beg di axaftina xwe de got ku êş û azarên Êzidiyan, çi yên di kampan de ne, çi yên di destê DAIŞ’ê de ne, berdewam li benda vegera wan e, ev jenosîd ne ya yekem bû tevî hovîtiya wê û zilma wê.

Wî daxwaza derxistina yasayan ji bo parastina rûmeta mafên êzîdiyan, derxistina biryareke navdewletî kir ku tiştê DAIŞê li dijî Êzidiyan kir wek tawaneke jenosîdê, asayîkirina rewşa Şingalê û qerebûkirina kesên ku ziyan dîtine.

Emîrê Êzdiyan daxwaz kir ku cezayên dadmend li wan kesên ku van tawanan kirine bên birîn û got: Em bang li serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî û cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin. Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û hemû saziyên dîplomatîk û aliyên siyasî ji bo rakirina şopên komkujî yên êzdiyan li kêleka Êzidiyan bin.

 

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi