July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Salvegera 9 ya cînosayda Êzidiyan li Duhokê hate saxkirin

Salvegera 9 ya cînosayda Êzidiyan li Duhokê hate saxkirin

Tora Laliş/Duhok


Bi çavdêrya Hikumeta Herêma Kurdistanê û li jêr durîşmê “em Aşiqên rojêne tarya cînusayda me na bizdîne” evro spêdê roja pênçşembî 3/Tebaxê /2023 ê li hula kunifransan û bi amedebuna berêz D.’elî Teter Parêzgarê Duhokê û berêz Se’îd Cirdo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û endamên desteyê û çend berpirsên hizbî û îdarî û leşkerî û civakî merasîmên saxkirina nehemîn cînosayda Êzidiyan hatine gêran .

Parêzgarê Duhokê Di peyvekêda Got: Cînusayda Êzidiyan tawaneka gelek mezn bû û heta nuke gelek welatên mezn li cîhanê dan pêdan bi vê tawana djî mruvayetî kirye û xwast ku cvakê dewletî û hikumeta Îraqê bi erkê xu rabin û aştî û aramyê li devera Şingalê be qirken da bbîte handerk ku awarên Şingalê bi heza xu vegerne ser cihû warên xu.

Parêzgarê Duhokê amaje da hewlên seruk Barzanî û serukê herêmê û serukê hikumeta herêmê bu rizgarkirina revandyên Êzidiya gut : heta nuke 3570 hatîne rizgarkirin û hêşta 2336 revandî dibê serşuyinin û daxazkir ku li ser astê civakê dewletî û herêmî jî ptir hewildan bihêne kirin ku hemû revandî bihêne rizgarkirin.

Herwesa amaje da rulê seruk barzanî û pêşmergê Kurdistanê û qurbanyên dayn li şerê dijî tîruristên da’şi bu rizgarkirina devera Şingalê .

Paşî ( Xatûn Xîtam ) peyvek bi navê rizgabuyan xand û xwast ku rewşa Şingalê bihête asaykirin da aware vegerine Şingalê û supasya serkirdayetya Kurdistanî kir hember hewlên wan bu rizgarkirina kiç û jinên revandî yên Êzidiyan.

Di birgeka taybet da filmek li dor cînosayda Êzidiyan ku ji berhemê Bingehê Laliş bû hate nîşan dan herwesa Xelef Halî çend sitran li dur cînusaydê pêşkêşkirin û vîdîwyek li dur cînusaydê û tawanên da’şi hate nîşadan û tîpa Şarya tabluyekê taybet bi vê helkefta xemnak nimayişkir.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi