July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kurdên Êzidî yên gundê Kîwexê vedigerin cih û warê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdên Êzidî yên gundê Kîwexê yê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ku di salên 1990î de gundê xwe bi cih hiştibûn, vedigerin cih û warê xwe

Şêniyên gundê Kîwexê ku 130 xanî tê de hene û xwediyên wî gundî li welatên Almanya, Belçîka û Holandayê dijîn, di çarçoveya “Projeya Vegera bo Gund” de ji bo cih û warê xwe hatine vexwendin.

Destpêkê 5 malbatên ku li Almanyayê dijîn, biryar dane ku vegerin gundê xwe û li gund xebatên çêkirina rê û avakirina jêrxana av û elektrîkê dest pê kirine.

Êzidiyên ku vegeriyane gundê xwe, dest bi nûkirina xaniyên xwe kirine.

Rêveberê Çand û Geştyariya Şirnexê Hazim Ucun diyar kiriye ku gundê Kîwexê li parêzgeha Şirnexê yekane gundê Êzidiyan e ku hatiye valakirin, tevî derbasbûna salên borî jî, gund reseniya xwe winda nekiriye û ew dixwazin him di warê jiyanê de û him jî di warê geştiyariyê de sûdê ji gundê Kîwexê werbigrin.

S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi