July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîrê Êzdiyan di gel Parêzgarên Orfa û Mardînê civiya

Mîrê Êzdiyan di gel Parêzgarên Orfa û Mardînê civiya

Tora Laliş ya Ragehandinê :

Ragehandina Civata Rohanî ya Êzdiyan li tora civakî (Facebook) ragehandiye , roja pênç şembûyê rêkeftî 22î Îlona 2022ê Mîrê Êzdiyan li Kurdistanê û cîhanê bi yawerya xanma êkê ya Êzdiyan û şandekî seredana herdû parêzgarên Orfa û Mêrdînê kirîye li welatê Turkya .
Di weşana malperî hatîye ronkirin ku Mîr Hazim Tehsîn Bbeg Mîrê Êzdiyan li Kurdistanê û Cîhanê bi yawerya Meyan Xîrî Beg û şandekî kesayetyên Êzdî digel Parêzgarên Parêzgehên navbrî pirsa Êzdiyan bi giştî û rewşa perîşan ya Şingal gutubêjkirîye .

Herweha ragehandina malperî diyarkirîye jî ku Êzdiyan dîrokeke kevn dinava axa Turkya da heye û ta niha jî erd û mulk û gundên Êzdiyan dinava axa vî welatî da hebûna xo heye û tekez li ser wê yekê jî hatîye kirin ku koçberbûna Êzdiyan di qonaxên dîrokî yên corawcor bûye derencamê hêrş û frmanên bi serê wan dahatîn.

Dîsan pirsa pêtivîbûna girngîdana Hikumeta Turkya bi Êzdiyan û dabînkirina pêtivyên jiyaneka baş bo Êzdiyên nava axa Turkya û aramkirina rewşeka putedanê bi mulk û mezargehên olî dinava gundan da babetên dîtr bûn hatîne behs kirin li gorey ragehandina civata rohanî ya Êzdiyan .

hejî gotinê ye ku Mîrê Êzdiyan bi yawerya şandekî eve bo demê çend rojane li welatê Turkya bi merema pirsîn li rewşa Êzdiyan li vî welatî.

 

00CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi