July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîrê Êzidiyan: Divê 5 kursî kota bo Êzidiyan bê terxankirin

Mîrê Êzidiyan: Divê 5 kursî kota bo Êzidiyan bê terxankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û daxwazên Êzidiyan pêşkêş kirin. Mîrê Êzidiyan tekez kir ku “li parlamentoyê 5 kursî kota bo Kurdên Êzidî bê terxankirin.”

Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, îro, 19/01/2022, pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, hevjîna wî û şanda li gel kir.

Li gor daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê, di civînê de Mîr Hazim Tehsîn Beg, spasiya Herêma Kurdistan û xelkê wê kir ji ber hewarçûna Êzidiyan di dema êrişên DAIŞê de bo ser Şingal û derdora wê.

Daxwazên Kurdên Êzidî

Mîr Hazim Tehsîn Beg daxwazên Êzidiyan jî pêşkêş kirin û got, “Em wek Êzidî şanazî bi Parlamentoya Kurdistanê dikin, lewma em daxwaz dikin parlamento hewldanên xwe zêdetir bike bo pêdeçûna li ser cîbicîkirina wê rêkeftina li ser Şingalê ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hatiye kirin.”

Mîrê Êzidiyan daxwaz dike, roleke zêdetir bi Êzidiyan bê dayîn û di her egereke bo sererastkirina yasaya hilbijartinê de, li Parlamentoya Kurdistanê ji bo Êzidiyan 5 kursî kota bê terxankirin.

Piştevaniya bo daxwazên Êzidiyan

Li gor daxuyaniyê, Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî piştevanî li daxwazên Mîrê Êzidiyan kir û bi giringî behsa dîroka pêkvejiyana aştiyane ya di navbera hemû ayînên Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser parastina mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir.

Hêmin Hewramî amaje bi wê jî kir, di giftugoyên pêkanîna kabîneya nû yan hikûmeta Iraqê de, yek ji daxwazên Kurdan, cîbicîkirina maddeya 140 a destûra Iraqê ye.

Kursiyên kota

Ji 111 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê, 11 kursî ji bo kotayên (Tirkmen, Kildan û Aşûrî û Ermenî) hatine danîn. Lê Kurdên Êzidî bi dengên xwe diçin Parlamentoya Kurdistanê û di vê xulê de tenê yel parlamenterê wan heye ku ew jî li ser lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi