January 15, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şêx Şemo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş jiyana xwe ji dest da

Şêx Şemo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê û Rawêjkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şemo li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şevket Herkî ragihand ku piştî 20 pêketina coronayê Rawêjkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şemo koça dawî kir.

Şevket Herkî diyar kir ku Şêx Şemo ji bo çareseriyê berî hefteyekê bo nexweşxaneya Life Hospital a Enqerê hatibû veguhestin.

Peyamnêrê me herwiha da zanîn ku ew di bin çavderiya hûr de dihat dermankirin, ji Herêma Kurdistanê û ji bajarên Kurdistanê û herwiha ji welatên Ewropayê hejmareke kesûkar û hezkiriyên hatine Enqerê û li ber deriyê nexweşxaneyê amade ne.

Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Êzidyan li Wezareta Ewqafê Siûd Misto jî ev nûçe ji Rûdawêre piştrast kir û got: “Şêx Şemo îro 18ê Çileya 2022yan li Enqerê bi coronayê canê xwe ji dest da.

Birayê wî yê bi navê Şêx Xeyrî jî beriya niha Şêx Şemo sê dozên vaksîna li dijî coronayê wergirtine.

Şêx Şemo ku yek ji damezrênerên Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê bû, endamê xula dawî ya Parlamentoya Kurdistanê bû ku di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bibû Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi