Şeş sal bi ser komkujiya ku DAIŞê anî serê kurdên êzîdî, re derbas dibe
BasNews – Şeş bi ser komkujî û jenosaydkirina kurdên êzîdî û wêrankirina devera Şingalê, cih û warê wan, re derbas dibe. Lê hîn bi hezaran kurdên êzîdî wenda ne.
Îro, 3 Tebaxa 2020 e û 6 sal bi ser fermana 73 ya ku terorîstên DAIŞê anîn serê kurdên êzîdî, re derbas dibe.
Terorîstên DAIŞê zêde nekarîn xwe li Şingalê bigirin ji ber ku hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Serok Mesûd Barzanî, ku wê çaxê Serokê Herêma Kurdistanê bû, piştî şerek giran karîn roja 13 Cotmeha 2015 Şingalê ji nav lepê wan derxînin.
Beşek ji ferman û komkujiyên ku hatine serê kurdên êzîdî:
* Sala 906 yekemîn fermana komkujiyê li dijî kurdên êzîdî hat dayîn. Ew ferman ji aliyê waliyê wê demê yê Mûsilê Hemdanî ve hat dayîn, bi behaneya ku îslamiyet qebûl nekirine.
*Sala 1246 komkujiya li Laleşê, ku ji aliyê begê Zengî yê Mûsilê Bedredîn ve hat kirin.
*Sedsala 16, bi fetwaya Şêxulîslamê Osmanî Ebû Siûd Efendî û bi fermana Qanûnî Sultan Sulyeman, li Şêxanê komkujî li ser Êzîdiyan hat kirin.
*Sala 1638, Waliyê Amedê Melek Ehmed Paşa li Şingalê komkujî da kirin.
*Sala 1650, bi fermana Mûradê 4. Waliyê Wanê Şemsî Paşa li Mûsilê komkujî li dijî Êzîdiyan hat kirin.
*Sala 1715 Waliyê Bexdayê Hesen Paşa li Şingalê komkujî da kirin.
*Sala 1733 Waliyê Bexdayê Ehmed Paşa li Şêxanê Êzîdî komkuj kirin.
*Sala 1752 Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şingalê komkujî da kirin.
*Salên 1732-33 Nadir Şah di navbera Surdaş û Kerkûkê de komkujî li dijî Êzîdiyan da kirin.
*Sala 1733′ komkujiyên ku Celîliyan li Êzidiyên li qiraxa çemê Zapê kir.
*Sala 1735 bi fermana Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Mahabad, Soldûz û Meraxê hat kirin.
*Sala 1742, Elî Teqî Xan yê ser bi Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Soldûzê da kirin.
*Sala 1743 Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li Kerkûk, Hewlêr û Altûnkopru da kirin.
*Sala 1743 Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li qiraxa Zapê da kirin.
*Sala 1787 Celîliyan komkujî li Êzidiyên Denanî yên li Şêxanê da kirin.
*Sala 1798 Alîkarê Waliyê Bexdayê Ebdulazîz bin Ebdullah Beg li Şêxanê komkujî da kirin.
*Navbera aslên 1753-1800 bi fermana paşayên Osmanî dizî, xerac, kolekirin û komkujî hatin kirin. (6 êrîşên mezin ên li Şingal, Şêxan û Mûsilê)
*Sala 1809’an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê da kirin.
* Sala 1824 komkujiya ku Waliyê Bexdayê Elî Paşa li Şingalê li Êzidiyan da kirin.
*Salên navbera 1832-1834 komkujiyên ji aliyê Begê Soran Mûhammed Paşa (Mîrê Gewre) ve hatin kirin.
*Sala 1835 Waliyê Mûsilê Muhemed Înce Bayraktar li Şingalê komkujî da kirin.
*Sala 1836 Reşîd Paşa li Şingalê komkujî da kirin.
*Sala 1837 Hafiz Paşa li Şingalê komkujî da kirin.
*Sala 1844 komkujiya li dijî Êzîdiyên Botanê hat kirin.
*Sala 1892 di encama polîtîkaya Ebdulhamîdê 2. de ku bi zorê hewl dida Êzîdiyan bike misilman, êzîdî rastî komkujiyê hatin.
Qirkirineke din a ku di dema nêz de li Kurdên Êzîdî hatiye kirin, sala 2007 qewimî. 14 Tebaxa 2007, 4 otomobîlên bombekirî li gundên Sîba şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê hatin teqandin. Di encamê de 300 sivîlan canê xwe ji dest dan.
Fermana dawî ya herî mezin di 3 Tebaxa 2014 de bi serê êzîdiyan hat.
Li gorî amar û salûxên fermî, di wê êriş û fermanê de zêdetirî 1200 kurdên êzîdî şehîd bûn, 6 hezar û 417 êzîdî hatin revandin. 3 hezar û 530 ji wan hatine rizgarkirin û yên din jî nayê zanîn çi lê hatine.
Beriya ku DAIŞ êrişî devera Şingalê bike, 550 hezar êzîdî li Kurdistan û Iraqê hebûn lê piştî êrişa DAIŞê, 360 hezar kes koçber bûn, ji bilî wan kesên ku hatine revandin û şehîdkirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî