Malbateka êzîdî li Şingalê wenda bûn!
BasNews – Malbateka koçber ya êzîdî, ku bo karên xwe çûbûn Şingalê, wenda bûn! Endamekî wê malbatê jî dibêje, dibe ku ji aliyê Heşda Şeibî yan jî PKKê ve hatibin revandin.
Çend roj berê malbateka êzîdî, ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne, bo karên xwe çûbûn Şingalê lê ji wê demê ve heta niha nayê zanîn çi hatiye serê wan.
Malbat ku wenda bûye, ji sê kesan pêk hatiye: Jin û zilam û kurekî wan. Li ser vê rûdanê, birayê wî zilamê ku wenda bûye, Seidûn Qasim ji BasNewsê re got, roja 14 vê mehê birayê min Mecdal Qasim bi hevjîna xwe Soniya Çeto û kurê xwe yê 3 salî re ji bajarokê Şêxanê çûn bajarê Şingalê bo karên xwe.
Seidûn Qasim her wiha got, piştî ku karên xwe xilas kirin telefona min kirin û gotin em vegeriyane Sinûnê. Lê piştî demekî din telefona wî hat girtin. Ji wê demê ve heta niha em nizanin çi hatiye serê wan.
Birayê wî zilamê ku wenda bûye, anî ziman, wan hêzên ewlehiyê ji vê yekê agahdar kirine û got, bi texmîna me yan ji aliyê PKKê ve hatine revandin yan jî ji aliyê Heşda Şeibî ve.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî