Rêveberê perwerdeya Şingalê: Êzîdî zarokên xwe ji PKKê dûr dixin
Rêveberê Perwerdeya Şingalê Husên Xidir dibêje, 15 dibistan li Şingalê û derdora wê hatine vekirin û zêdetirî hezar û 700 xwendekar tê de dixwînin, herwiha PKKê çend dibistan vekiriye bo şûştina mejiyê zarokên Êzîdî, lewma niha kurdên Êzîdî zarokên xwe ji wan dibistanên PKKê dûr dikin.
Husên Xidir ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, zêdetirî 57 dibistan li Şingalê hene ku li Şingalê û li nava kampan hatine vekirin û 29 hezar xwendekar li wan dibistanan de dixwînin. Tenê li Şingalê 15 dibistan hatine vekirin, ku 14 yên zarokên biçûk in û 1 jî ya amadeyî ye. Zêdetirî hezar û 700 xwendekar di wan dibistanan de dixwînin, eger koçberên din vegerin Şingalê dê hejmara wan dibistanan zêdetir bikin.
Rêveberê perwerdeya Şingalê behsa hebûna dibistanên PKKê jî kiriye û gotiye: “Par PKK çend dibistan vekiribû û mejiyê zarokên Êzîdî tê de dişûşt, îsal jî hinek dibistan ji endamên xwe re vekiriye. Piştî ku em çûn cem dê û bavên wan zarokan û me ji wan re got, eger hûn zarokên xwe bişînin dibistanên PKKê ne Herêma Kurdistanê û ne jî Bexda îtîrafê bi xwendina wan nakin. Paşê wan dê û bavan êdî nehîştin zarokên wan biçin dibistanên ne rewa yên PKKê.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî