Qayîmeqamê Şingalê: Bexda bo vekirina gorên komî bûdcê nade
Çavkanî :BasNews
Qayîmeqamê Şingalê dibêje, hikûmeta Iraqê ti bûdceyekê ji bona vekirina gorên komî yên kurdên êzîdî terxan nake.
Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Kurdistana Başûr kirin, ji bilî revandina bi hezaran kesî, bi sedan kes jî komkuj kirin û xistin nav gorên komî. Piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve, hinek ji wan goran hatine vekirin lê hinek jî mane.
Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, hinek gorên komî mane hîn nehatine vekirin. Pêdivî bi bûdcê heye lê hikûmeta Iraqê ti bûdceyekê terxan nake.
Mehma Xelîl her wiha got, me gelek caran daxwaz kiriye lê Bexda guh nade daxwaziyên me.
Li gorî wî rayedarê Êzîdxanê, ji ber ku ew gor, yên kurên êzîdî ne ji ber wê yekê Bexda bûdcê nade.
Qayîmeqamê Şingalê anî ziman ku eger ew gor zû neyên vekirin dê ziyanê bibînin çimkî zivistan hat û got, ev jî dê ziyanê li keysa bi jenosîdnasandina komkujiya êzîdiyan bide.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî