August 18, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Nadiye Murad kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Nadiye Murad kir

Çavkanî :Rudaw

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nçîrvan Barzanî pîrozbayî li keça Kurd a Êzidî Nadiye Murad kir û piştgiriya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re ragihand.

Bi boneya destnîşankirina wê weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi germî pîrozbayî li Nadiye Murad kir.

Nêçîrva Barzanî di peyama xwe de kêfxweşiya xwe li hember diyarkirina Nadiye Murad weke Balyozê Niyetpakiyê yê NY tîne ziman.

Serokwezîr Barzanî herwiha vê pêngava NY, weke nîşaneya hevsozî û piştgiriya civaka navdewletî bo Kurdên Êzidî bi nav kir û da xuyakirin, diyarkirina Nadiye Murad weke Balyozê NY di heman demê de cihê şanaziyê bo hemû Kurdên Êzidî û Kurdistaniyan e.

Barzanî herwiha hêvî kir, ku erkê nû yê Nadiye Murad bibe piştgiriyek bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dostên Kurdên Êzidî, da ku cenosîda DAIŞê li hember Kurdên Êzidî û pêkhateyên din ên olî û netewî pêk aniye, ji aliyê civaka navdewletî ve bi fermî were naskirin.

Ev jî naveroka nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Nadiye Murad e:

Xanima birêz Nadiye Murad

Silav û rêz

Ez gelek kêfxweş bûm bi destnîşankirina we weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî, bi vê helkevtê ve ez ji dil ve pîrozbayî li we dikim, hêviya serkevtinê bo erkê we dixwazim, ez û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyekê em amade ne, hemû piştgiriyên pêwîst pêşkêşî we û kar û erkên we bikim.

Destnîşankirina we weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî, nîşaneya hevsozî û piştevaniya navdewletî bo xwîşk û birayên me yên Êzidî ye, herwiha cihê şanaziyê bo hemû Êzidiyan û tevahiya Kurdistanê ye.

Hêvîdarim ku ev erkê we bibe piştevaniyeke din bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dostên Êzidiyan, ku cenosîda li dijî xwîşk û birayên me yên Êzidî û pêkhatyeên din ên olî û netewî hatiye kirin, da ku ji aliyê civaka navdewletî ve weke cenosîd were naskirin.

Careke din ez ji dil ve spasiya we dikim, hemû piştgirî û piştevaniya xwe jî bo we û serkevtina erka we dubare dikim.

Nêçîrvan Barzanî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi