Birayê Mîrê Êzidiyên hat veşartin
Çavkanî : rudaw
Îro termê birayê Mîrê Kurdên Êzdî Tehsîn Beg ê bi navê Farûq Beg, gihîşt Herêma Kurdistanê û li devera Şêxan bi axê hat spartin.
Peyamnêrê Rûdawê li Dihokê Pêşewa Pehlewî ragihand îro danê sibê termê Farûq Beg ji Almanyay gihîşt Firokxaneya Nawdewletî ya Hewlêrê piştre ji li goristana Hecî Ehmed a li devara Şexanê hat veşartin.
Peyamnerê me da zanîn cenazeyê Farûq Beg li devera Baedrê di merasîmeke berifreh de û bi amadebûna bi hezaran Kurdên Ezdî ji û rîspî, kesayetyên olî, siyasî û yên Kurdên Êzidî hat binaxkirin.
Tazî cihê ji daykbûna wî Beadrê hatiye danîn û dê sê rojan berdewam be û Kurdên Êzidî û xelkê din dê bçin taziya mîrê Êzdiyan.
Farûq beg birayê Mîr Tehsîn Beg e û ev çend salbûn li Almanyayê dijiya û heta demekê pêşmergetî jî kiriye.
Ji ber nexweûiyekê 4ê vê mehê wefat kir.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî