Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî alîkariya welatiyên ku ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin dike.
Çavkanî :BasNews
Di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gihştiye dest BasNews Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragehandiye ku, îro 8 Tebaxê, Dezgeha Barzanî li kampa Dîbege xwarin bi ser 2752 malbatên ku ji destê DAIŞê revaiyane belav kir.
Dai daxuyaniyê de hatiye: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya UNHCR keresteyên çêkirina xwarinê û kon bi ser 284 malbatan ve baelavkirye, herwiha xwarin jî bi ser 350 malbatî belavkiriye û ava vexwarinê jî jibo 1404 malbatî peydakiriye.”
Bêhtirê koçberên kampa Dîbege welatiyên Iraqî ne ku xwe ji destê DAIŞê rizgarkieine û xwe gihandine deverên bin deselata Pêşergeyên Kurdistanê.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî dezgehek Kurdistanî ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî bi fermî tênasîn, alîkariya xelkên hejar û penaber li Kurdistanê dike.
Bi sedema şerê taifî li Iraqê dinavbera Sunne û Şîe de herwiha bi sedema şerê li Sûriyê û qeyrana wî welatî niha bêhtir ji 1 milyon û 800 hezar koçber û penaber li Herêma Kurditanê bicîbûne, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam alîkariya wan dike û xizmetguzariyên serekî ji wan re pêşkêş dike.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
