Li ber Koşka Spî çalakiya Şingalê
Çavkanî :RÛDAW
Bi amadebûna nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtona paytexta Amerîkayê, li pêşiya Koşka Spî çalakiyek ji bo bîranîna karesata Şingalê hete sazkirin.
Berpirsê Nivîsîngeha Rûdawê li Washingtonê Namo Abdullah ragihand ku, duh êvarî (04-08-2016) hejmarek welatiyên Kurd ên li Amerîkayê, li pêşiya avahiya serokomariyê çalakiyek ji bo ji bo bîranîna karesata Şingalê hete sazkirin.
Abdullah diyar kir ku nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyên Amerîkayê jî di çalakiyê de amadebûn.
Di çalakiyê de ji bo qurbaniyên Şingalê mûm hatine vêxistin. Li ser mûman 3 hezar û 200 hatibû nivîsandin ku vê yekê jî temsîliya hejmara keç û jinên Êzidî yên di destê DAIŞê de, dikir.
Namo Abdullah ragihand ku Nûnerê Mûzexaneya Holokostê jî beşdarê çalakiyê bû û axaftinek kir.
Nûnerê Mûzexaneya Holokstê got ku civaka navdewletî weke pêwîst alîkariya Şingalê û Kurdên Êzidî nekiriye. Herwiha ji bo rizgarkirina dîlên di destê DAIŞê de jî kar nehatiye kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî