August 18, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Beyan nama rêkxstya Dak bi helkefta duyemîn yada karesata Şingalê

Beyan nama rêkxstya Dak bi helkefta duyemîn yada karesata Şingalê

rêkxstya Dak ya geşepêdana jina êzidî

eve dû sal derbaz bûn li ser karesata şingalê hêşta deyk li hîvya kurêt xoye û hêşta zarok li hîvya zarokê xoye û hêşta gelek hêvyên êzidyan mayne helawêstin , dû sal borîn li ser şîn û xemdaryê û pştî hêrşa rêkxstina dewleta îslamî ya hovane li ser xelkê meyê bê guneh û sivîl li nawçeyên Şingal û gundêt ser bi wê ve ku hemî hêmayêt ciwan û ji navbirna şarstanyeta mirovatî ،kuştin û revandin û can standin ،pîr û kal jî rizgar nebûn ji hêrşa wan ya hovane her yekî girtîn û herwisa ciwan hatin serbirîn û bi şêwekî hovane serederî di gel jinêt Êzidî kirin û hatin firotin li bazaran bi nirxêt erzan li Îraq û Sûryê،û bI şêwekî kirêt û kêm wêne hatine bikaranîn ،zêdebarî sepandina dînê Îslamî li ser wan bi zorî û şermezarkirina wan, û zarok kirine çekdar bi zorî û brne Serbazgehan ،rêkxstya dewleta Îslamî anku DASH bi her awayekî hovane hebe bi karanîn ku pitir ji (6) şeş hezar kesî revandin ji wan jin û zarok û heta niha pitir ji 2600 hatîne rizgarkirin ji wan jin û zarok û zelam û yên mayn hêşta dinaln li zîndanît kuletyê û şermezaryê zêdebarî dîtna pitir ji 30 gorên bi kom yên bê gonehan ji zelam û pîr û kal û zarokan.

Bi navê rêkxstya Dak bê dengya nêv dewletî lI beramber girtyan şermezar dikin ji bilî hemî kar û piştevanya hatî kirin jalyê layenêt hikumî û ne hikumî û rêkxstyên nêv dewletî ku rewşa awareyên Êzidî îro têda rewşeke sext û dijware di nava kempan da bi taybet jinêt taze hatin rizgarkirin ji destê tîrorstên DASH ku di nalin ji kawdanêt nexweş û gelek azarên dî ،ji karê meyê xobexş jibo xizmeta doza me dengê xo digehîne civakê nafxoy û nêv dewletî jibo dabînkirina van daxwazêt lixwarê dyar kirî:

1ـ hewldan ji bo fişarê liser civakê nêv dewletî jibo danpêdanê bi Cînosayda karesata Şngalê .
2ـ azadkirina deverêt mayn ji Şingalê û dabînkirina xizmet û pêdawêstyên dest pêkî jibo zivrandna awareyan.
3ـ dabînkirina cihekî tena bo jinêt rizgarbuy ku ji hejî wanbît jiber wê çenda bi serê wan hatî li zîndanêt DASH.

4ـ qerebûkirina ziyan vêkeftya bi madî bitaybetî rizgarbûya û destnîşn kirina mûçekî heyvane bo wan.
5ـ amadekrna ziyan vêketya ji rizgarbuên jin û zelam ji layê derûnî ve û vekirina bingehekî bo çareserya wan.
6 ـkarkirin bo beşdarîkirina jina êzdî di hemî byavan da û bi taybetî rizgarbûya jibo beşdarîkrnê di biryarêt girng da yên grêday ketwarê jinê.
7ـdadgehkirina tawanbarêt ku dest heyn di kuştin û dest drêjyê li ser jinêt êzdî û radest kirina wan bo dadgehêt nêv dewletî .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi