September 03, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bîranîna duyemîn salvegera komkujîya Şengalê (03.08.2014)

Bîranîna duyemîn salvegera komkujîya Şengalê (03.08.2014)

Roja 3 tebaxê sala 2016 an duyemîn salvegera komkujîya êzdîyên Şengalê temam bû. Du salên tije derd, tengasî, xembarî, dilkovanî, koçberî, bêhêvî de êzdîyên Şengalê di nava êşên ji ber komkujyên DAIŞ’ê de dijîn û tu caran wan kederan jibîrnakin. Îro jî em dilbirînin, bi komkujîyên Şengalê diêşin. Hezar mixabin, prosêsa heta dawîyê  rizgar kirina herêma Şengalê pir egle bû. Şer îro jî berdewam e.

Wê rêxistina têrorîst 03.08.2014 derba here xedar Ȇzdîxana Şengalê xist, îro jî kirêtîya xwe, hovîtîya xwe berdewam dike. Li Şengalê şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge, HPG, YBŞ, şervanê. parastina Şengalê û çeteyên DAIŞê de didome. Hefteyek derbaz nabe ku hêza têrorîst bi topan û çekên giran, bi otomobîlên bombebarkirî êrîşê sengerên hêzên parastvanên Şengalê nekin.

Ya dilêşê eve ku deshilatdarîya Ȋraqê di wê kerasetê da, heta niha jî ne bi leşkerî, ne bi madî xweyî hemwelatiyê xwe yê êzidî derneket. Bûyara hane trajîk dîyar kir ku, dibê êdî pêwîste li ser madêya 140 î da kûr bifikirin û di wî warî de xebateke mezin bê kirin. Ev mafê gelê Şengalê ye. Bi dîrokî Şengal perçeyek ji erdê Kurdistanê ye, êzidî jî parek ji gelê kurd in.

Eger wisa berdewam be dê Şengal jî bê êzdî bimîne. Civaka êzdî niha demeke pir dijwar de dijî. Ȇzdî bi mecbȗrî welatê xwe, axa kal û bavan, mal û milkê xwe dihêlin ȗ li temamiya cihanê belav dibin, berbi gelek astengiyên xeribîyê, problêma helandinê ra rû bi rû mane.

Bi gorî agahdaryan bes 40-50 selefê erdê Şengalê rizgarbûye. Îro, piştî 2 salan, ku terorîstên DAİŞ’ê komkujiya Şengalê pêk anîn, ji bilî ku ew navçe dagir kirin, bi hezaran kes koçber kirin û bi sedan jî qetil kirin, bi hezaran keçên ezdî revandin, hejmarek mezin ji pênaberan dîsa di rewşeke zor û dijwar da ne, gelek ji wan bê war in. Divê hemû kes xwedî li Şengalê derkevin. Bi salan e li dijî komkujiyên li hemberî êzidiyan hemû kes bêdeng mabûn. Îcar jî Şengal bi xetereyê re rû bi rû bû. Lê telebext ra, îro jî dîsa ev rewş û ev merc e. Warê êzdyan li destê neyar da maye.

Çi pêşmerge, çi hêzên şervanên kurd, çi şervanên kurdên êzîdî bi lehengî û bi mêrxasî ji ber jiyaneka bi rûmet canê xwe feda dikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Riataza

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi