July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kûpaya Kendavê bi lîstika di navbera Iraq û Omanê de dest pê dike

Kûpaya Kendavê bi lîstika di navbera Iraq û Omanê de dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Tûrnûvaya futbolê ya Kûpaya Kendavê ya 25emîn li bajarê Besra yê başûrê Iraqê îro Înê dest pê dike û di lîstika yekem de welatên Iraq û Umanê dê werin hember hev.

Kûpaya Kendavê dê ji 6 heta 19ê Çileyê berdewam bike. Besra ji sala 2010an vir ve ji bo mazûvaniya sê qonaxên berê yên Kûpaya Kendavê hatibû hilbijartin lê ji ber fikarên ku Iraq ne ewle ye, her carê cihê lidarxistina wê hat guhertin.

Merasîma vekirinê dê bi performansa muzîka zindî ya stranbêja Iraqî Rehma Riad li Yarîgeha Navdewletî ya Besrayê dest pê bike. Di merasîmê de gelek serkirde û berpirsên pilebilind ên Iraqê û Kurdistanê amade bin ku di nav wan de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heye.

25emîn Kûpaya Futbolê ya Kendavê îro Înê bi beşdariya 8 tîmên neteweyî yên welatên Kendavê dest pê dike. Heşt tîmên beşdar di kûpayê de li ser du koman hatine dabeşkirin; di koma yekem de tîmên Iraq, Siûdiye, Oman û Yemenê hene û lîstikên wê komê dê li stadyuma navdewletî ya Besrayê bên lidarxistin. Di koma duyem de tîmên Qeter, Îmarat, Behreyn û Kuweyt hene ku lîstikên wê komê jî dê li stadyuma navdewletî ya Mînayê bên sazkirin.

Kûpaya Kendav 25 bi lîstika di navbera tîmên Iraq û Omanê de dest pê dike, lîstik demjimêr 19:00 li stadyuma navdewletî ya Besrayê tê lidarxistin û lîstik bi awayekî zindî li ser malpera Rudaw Sports a di tora civakî ya Facebookê de tê weşandin.

Ev cara duyemîn e ku Iraq mazûvaniya Kûpaya Kendavê dike. Cara yekê di sala 1979an de ev kûpa li Bexdayê hatibû sazkirin.

Piştî sala 2019an ku li bajarên Hewlêr û Kerbelayê Kûpaya Rojavayê Asyayê hat lidarxistin, Kûpaya Kendav 25 duyem çalakiya mezin a werzişî ye ku di wan salên dawî de li Iraqê tê lidarxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi