July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dû mamosta ji zankoyên biyanî li hembêza peristgeha laliş bûne mêhvan.

Dû mamosta ji zankoyên biyanî  li hembêza peristgeha laliş bûne mêhvan.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Bi merema aşnabûn digel keltûr û dîrok û rê û resm û civak û resanetî û dêrînya êzidyan , Li rêkeftî 26î meha îylula 2022ê dû mamostayên zankoyên biyanî qesta peristgeha Laliş kirin li Kurdistanê û ji layê berpirsê nivîsîngeha peristgeha laliş ve ya bi ser desteya bilinda bingehê laliş ve hatine pêşwazîkirin.

Şîraz û Marya weku mamostayên zankoyên li welatên bitanya û yonanê li hembêza lalişê bibûn mêhvan û di nava cih û paşmayên oleka kevin da demek borandin û geryaneka li nava hindurê peristgehê da encamdan.

Luqman Sulêman berpirsê nivîsîngeha peristgeha laliş bo şandê mêhvan û seredankrî cejin û helkeftên êzidyan yên nava laliş di hêne gêran dane şirovekirin û ronkrin , Dîsan sulêmanî amaje da neqiş û nîgar simbolên ser dîwar û cihên kevnên lalişê bo şandê biyanî.

Dihête zanîn roj li dûv rojê şand û kesayetîyên biyanî lalişê hembêz dikin pêxemet pitir naskirin û şarezabûn li yek ji olên kevnên mîsobotamyan .

OOS.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi