Şandekî pişka peywendiyan li desteya bilinda bingehê laliş seredana wezareta ewqaf û karubarên aynî kir.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Bi merema dirustkirina hemahengî û bihêzkirina peywendîyên sazya laliş digel dam û dezgehên hikumî li herêma Kurdistanê , Îro rêkeftî 27î îylula 2022ê şandekî ji pişkeka pewendyan li desteya bilinda bingehê laliş seredana rêveberya giştî ya karubarên êzidyan li hewlêrê kir , Paşan digel heryek ji (S’ud Misto ) rêveberê giştî yê karubarên êzidyan li wezareta ewqafê û (Ce’fer Simo) rêveberê rêveberya kar û barên êzidyan li Dihokê seredana wezareta ewqaf û karubarên aynî kir li hewlêra paytext û çav vêkeftinek digel (D.Piştîwan Sadiq)wezîrê wezareta nafhatî encamdan .
Faris kitî berpirsê pişka peywendyan bo tora laliş ragehand : Armanc ji seredanê dirustkirina hemahengiyê û hevkarîyê dinavbera wezareta ewqaf û karubarên aynî û sazya laliş da di çarçovê plana sitratîjî ya desteya bilinda bingehê laliş darêjtî bo sê salên dahatî.
Ew çende jî ronkir ku di dan û standinanda digel cenabê wezîrî pirsa piştevanî û hebûna peywendyên berdewam di navebera herdû alyanda hate gotubêjkirin , Amaje bi wê yekê jî kir dirust kirina pewendiyên mukim û hemahengiyeka berdewam û piştevanî li bizav û çalakyên bingehê laliş di rêya rêveberya giştî ya karubarên êzidyan li wezaretê babetên dîtirên evro bûn ku hatîne behiskirin digel wezîrê ewqaf û karubarên aynî li dîwana wezaretê .
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî