Şandekî ji wellatê Hingarya qesta Perstgeha Laliş kir
Tora Laliş ya Ragehandinê :
Bi merema nasîn û wergrtina zanyarîyan li ser ola Êzidîyan , li roja çarşembûyê rêkeftî 7î eîlula 2022ê şandekî biyanî ji wellatê Hingarya qesta Perstgeha Laliş kir .
Şandê navbrî ji komeka serbazên wî weliatî pêkdihatin û jilayê berprsê Nivîsîngeha Perstgeha Laliş ve hate pêşwazîkirin û digel şandî geryanek li nava hindurê Perstgehê da encamdan.
Di geryana xoda li nava Lalişê berpirsê Nivîsîngeha Laliş Luqman Sulêman bo şandê navbrî xuyakir ku dergehê Perstgehê vekrîye jiboy mêhvanan ,li dûvda Sulêmanî şandê nafhatî bi dîroka Êzidîyan û ew rê û resmên li Perstgehê Dihêne gêran aşnakirin digel behskirina astengên jiyana xelkê me yê aware li nava kempan da anîziman.
00CH |
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî