Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê seredana Cêgrê Serperştyarê Îdara Serbxo û Rêveberê Sexbîrî û Rêk û Pira li Zaxo kir
Tora Laliş ya Ragehandinê :
Bi merema gehandna pîrozahyan ,îro roja çarşembûyê rêkeftî 7î eîlula 2022ê şandekî Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê seredana Cêgr û Rêveberekî nû li îdara Serbexoya Zaxo kir.
Di dû seredanên xo ên cuda cuda da Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê seredana heryek ji Endazyar Hêja Ehmed Cêgrê nû yê serpeştyarê Îdara Zaxo û Endazyar Bişar Mauîy Saîd Rêveberê Rêveberya Sexbêrî û Rêk û Pira li heman Îdare kir .
Bi helkefta dest bikarbûna wan şandê navbrî ciwantrîn û germtrîn pîrozbahî li herduwan kir û danwstandin li dor çend pirsan jî hate kirin û li dawyê daxwaza serkeftnê bo wan xwast di erk û karê nûyên pê hatîn spardin pêxemet xizmeta deverê
Qeza Zaxo li dûv biryareka Hikumeta Herêma Kurdistanê hatîye gihorîn bo Îdareya Serbexoya Zaxo û ta niha çend Rêveryên nû lê hatîyne vekirin .
00CH |
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî