Serokê Civata Parêzgeha Hewlêrê heluystê Bingehê Laliş bilnd dinrxîne
Tora Laliş:
Berprsê Nivîsîngeha Laliş li Hewlêrê seredana Civata Parêzgeha Hewlêrê kir.
Îro 28î kanûna êkê 2021ê Ezîz Şerkanî Berprsê Nivîsîngeha Laliş li Hewlêrê seredana Civata Parêzgeha Hewlêrê kir û ji layê D.elî Reşîd Serokê Civatê ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtnê da herdûlayan behs li lehya Parêzgeha Hewlêrê û bi hana çûna xelkê Kurdistanê bi giştî û komkirina harîkaryan bo zyanvêkeftyan kir.
D.elî Reşîd Serokê Civata Parêzgeha Hewlêrê heluystê Bingehê Laliş û xêrxwazên Êzdyan bilnd nirxand.
Di layekê da dûpatî li hemahengî û bihêzkirina peywendyên Bingehê Laliş û Civata Parêzgeha Hewlêrê hate kirin.;;;;;;;;;;;;
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî