July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şemo Qasim: Cejna Bêlndê dikefte roja 7 meha yek ya sala 2022

Şemo Qasim: Cejna Bêlndê dikefte roja 7 meha yek ya sala 2022

Tora Laliş:

Berprsê Lijna Rewşenbîrî li Bingehê Laliş li Duhokê ragehand, cejn û helkeftên ayînî yên Êzdyan grêdayî siruştî ne, lewa jivanê wan dinavbera rojek bo şeş rojan dête gihorîn, cejna Bêlndê jî êke ji kevntrîn Cejnên Êzdyan û li sala dahatî dikefte roja 7/1/2022.

Şemo Qasim, berprsê Lijna rewşenbîrî li Bingehê Laliş li Duhokê bo(Tora Laliş) ragehand, Cejna Bêlndê( cejina rojê) êke ji kevntrîn Cejnên Êzdyan û vedgerte demê Mîtraya û bûna Mîtraye, ev cejn bi pîrozya rojê ve grêdaye û çendîn milletên dî jî van rê û resman digêrin.

Herwesa got:”peyva Bêlnde peyveka aramîye ramana (bûn yan nûkirin) dêt anku roj bazinê xo temam dikt û beref burceka nû diçt û erd xola xo ya beref nşîv temam dikt lidor rojê û dest bi vegeryana xo beref hevraz dikt li înya sêyê ji kanûna êkê ya bi hijmara rojhlatî, li hêvara cejnê her malek agrekî hildket û dbêjnê gurka gay yan gur pêtik hemû endamên malê xo sê cara li sera di havêjn û dbêjn ya xudê tû gunehên me bi sojî, dîsa xwarneka taybet dête çêkirin dibêjnê mîrhe(keşkîn) û sewk dêne patin û nanekî taybet dêth drustkirin dibêjnê (xewlêre) û mêwîjekê dikene dinav da û baş di strîn heta eu mêwîj dinav da winda dibt û paşî di qelînin û li hêvarya roja Cejnê bi rêwresmeka taybet dête şkandin û belavkirin liser endamên xêzanê, bê ferq û cudahî çi nêr yan mê bit û kesê ew mêwîj dibehra wî da ço dê ête xelatkirin û dibêjn rewşa sala nû liser bextê wî ye”.

Berprsê Lijna Rewşenbîrî li Bingehê Laliş dyarkir:”hindek rê û resmên dî jî dêne gêran li înya berî bêlndê û di bêjnê Bêlnda Pîra û li hindek ciha û taybet li Şingalê dibêjnê Mîlmîlav û eve ew rêwresmên di hêne gêran . Cejna Bêlnda Pîra û hndek dibêjnê (Pêlndên Pîrafat) Cejneka kevne berî hatna Şîxadî ev Cejin di hate gêran wek erkekî olî her sal ev Cejin dikefth dînya êkê da ji çilê zivstanê û micêwrên Pîrafat bi çend rêwresma û li her gund û ciyekî nîşanên Pîrafat hebin van rêwresma digêrn, rêwresm jî bivî rengî ne:
1:Li hêvarya cejnê çirayê xasên gundî diêne helkirin û her maleka pîrên pîrafat hebit çirayî heldkn û xelkê gundî û rîh spî û kesanên ayînî qesta mala micêwrê gundî dikin û li cyekî xrve dibin û guh di dene qewil û beyt û qesîde ewên dêne gotin ji layê oldarekî ayînî ve û li wê şevê heta berê sibeykê eu rêwresm dêne gêran û li sbeyka vê rojê simat dête çêkirin û dibêjnê(keşka mala pîra)û li mala micêwrî û liser gundya dête belavkirin , dîsa sbeykê xelkê gundî qesta mala micêwrî dikin jibo pîrozbahya cejnê û pêkve simatê û şrînahyê dixon.
2:Mîmîlava ciwana ev rêwresme bitinê di nav hoza ciwana da dêne gêran ewên li çyayê Şingalê di belaven, ev cejne dête gêran wek rêzgrtnek bo xas û çakê Êzdî Pîrê Alî”.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi