April 30, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Fermandarê Zêrevanên Sînor: Ji me re ferman hat emê bersiva her êrîşekê bidin

Fermandarê Zêrevanên Sînor: Ji me re ferman hat emê bersiva her êrîşekê bidin

Hewlêr (Rûdaw) Fermandarê Hêza 1 a Zêrevanên Sînor, Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî ji Rûdawê re ragihand, eger pêgehên wan bibin armanc, dê bi tundî bersiv bidin. Dilêr Ferzinde Zêbarî got: “Ferman ji me re hatiye ku em bersiva her core destdirêjeiyekê û êrîşekê bidin.”

Dilêr Ferzinde Zêbarî ragihand, wan hêzên xwe ber bi hin navçeyên sînorê Zaxoyê ve livandiye û diyar kir, “hêzên me niha li 5 navçeyên stratejîk bicih bûne.”

Dilêr Ferzinde Zêbarî amaje bi erkê wan hêzan kir û got, “erkê me parastina tevahiya sînoran e.”

Wî fermandarê Zêrevaniya Sînor diyar kir, ku hêzên wan bo her egerekê amade ne û destnîşan kir, eger êrîşek li dijî wan were kirin, ew dê bi tundî bersiv bidin. Dilêr Ferzinde Zêbarî li ser wê yekê got: “Eger pêgehên me bibin armanc, em dê bi tundî bersiv bidin. Ferman ji me re hatiye ku em bersiva her core destdirêjeiyekê û êrîşekê bidin.”

Bi gotina wî rayedarê serbazî, ew bi Wezareta Pêşmerge re di nava têkilî û hevahengiyê de ne û Wezareta Pêşmerge amadeyiya xwe nîşan daye bo alîkariya hêzên Zêrevaniya Sînor.

Derbarê rêgiriyên li ber liv û tevgera hêzên wan, Fermandarê Hêza 1 a Zêrevanên Sînor da zanîn, ku ti hêzekê rêgiriî li tevgera hêzên me nekiriye.

Wî fermandarî danê nîvro jî tevlî bultena nûçeyan a Rûdawê bûbû û gotibû, “hikûmeta Iraqê bi fermî Tirkiye ji wê yekê agahdar kiriye ku hêzên zêrevanên sînor li sînorê Zaxoyê dest bi tevgerê kirine û li hin xalan bicih bûne.”

Tevgera hêzên zêrevanên sînor û bicihbûna wan li çend xalên stratejîk ên sînorê qezaya Zaxoyê piştî wê yekê tê, ku Tirkiye li ser operasyona xwe ya li nav axa Başûrê Kurditsanê ku bi hinceta hebûna baregehên PKKê destpê kiriye, berdewam e û hêzên artêşa wî welatî her ku diçe zêdetir derbasî nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê dibin.

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê vê mehê de jî operasyona “Çengê Piling’ li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Li gor zanyariyên ji berpirsên îdarî û serbazî yên parêzgeha Duhokê, artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 30 kîlometran hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê.

Pêştir Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihandibû, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahiya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên serbazî, ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve, artêşa Tirkiyê li 12 cihên nû yên stratejîk li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê bicih bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi