May 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanêbi boneya salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û teda xweya kir:

Îro 40 sal bi ser yek ji tawanên hovane yên rejîma berê ya Îraqê re derbas dibe ku, genocide kirina bi hezaran mirovên bêtawan yên Barzanî bû. Tenê jiber ku, Kurd û Barzanî bûn hatin girtin û pişt re jî di nava çolên Îraqê de bi zindî hatin binaxkirin.

Ev tawana han gelek mezine û beşek bû ji pêla şovenîstî ya rejîma jinavçûyî ya Beis a li dijî gelê Kurdistanê, ku, wenda kirin û genocide kirina Kurdên Feyilî, enfal kirina deverên Barzan, Gerimiyan, Badînan, kîmiya baran kirina Helebce û çend deverên din yên Kurdistanê beşek bûn ji wan tawanên hovane yên ku, dijî xelkê Kurdistanê hatine kirin.

Mixabin piştî derbas bûna 40 salan bi ser wan tawanan, lê hîn jî hinek kes hen ku, bi heman eqiliyet û hizira şovenî û serdema enfalê, dixwazin mafên reva û destûrî yên gelê Kurdistanê binpê bikin. Di demekê de ku, xelkê Kurdistanê bi hezaran qurbanî daye û rastî çend tawan û karesatên mezin hatiye jiber ku, berevanî ji xwe û nasnameya netewî û nîştimaniya xwe kiriye ku, ti carî dev ji ber nade.

Devera Barzan yek ji wan deverên Kurdistanê ye ku, di sed sala derbasbûyî de bi dehan car rastî wêrankarî, komkujî û genocide bûye lê ev hemû zilim, stem û tawanên han nikarîne îradeya netewî û rihê berxwedanê û berevanî kirinê, li vê deverê ji nav bibin û hertim li dijî zil û stem serî hildarye û jiber berxwedan û qurbanîdana xwîna paqêj ya şehîdan, ev pêgeha han ya destûrî ya herêmê, çê bûye û lazime bi her awayî berevanî jê bikin û pêşde bibin.

Di salvegera vê tawana han de, xwestek û daxwaza herêma Kurdistanê bo qerebû kirineke hêja ya madî û menewî ya kesûkarên enfalkiriyan û xelkê zilimlêkirî yê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li gor destûrê dubare dikin û lazime tevahiya me kar bo nehêştina hizra enfal û dûbare nebûna wan tavanan bikin.

Di salvegera enfala Barzaniyan de serê xwe li hember Barzaniyên enfalkirî û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin û hertim bi rêzdarî ve wan bibîr tînin û herwiha rêzdariya xwe jî bo kesûkar û malbetên serfiraz yên enfalkiriyan diyar dikin ku, rûbirûyê serdemên dijwar bûne lê karîne bi serfirazî zarok û nibşên nû perwerde bikin. Herwiha spasiya canmêrî û bihawar hatina xelkê qehreman û nîştimanperwer ya Hewlêr û derdor û deverên din yên Kurdistanê dikin ku, di wan demên dijwar de hevkarî û hevsoziya kesûkarên enfalkiriyên Barzanî bûne.

Silav li rihê paqêj yê şehîdan û tevahiya enfalkiriyên Kurdistanê û hertim di bîra me dene.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31.07.2023

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi