May 17, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan: Hevpeyvîna bi Şêx Sebhî Nebo ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotina xebera xirab (Ş…..)…Beşa 1

Kemal Tolan: Hevpeyvîna bi Şêx Sebhî Nebo ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotina xebera xirab (Ş…..)…Beşa 1

Berî ku ez bi dest pirsên li ser vê mijarê ji zane û ilimdarê Êzdîtiyê yê rêzdar Şêx Sebhi Nebo bipirsim dixwazim car dinê hinekî li ser zahmetî, amadekarî, nêrîn û berhevkirina naveroka vê pirtûka min, ya ku di 2012 de bi navê „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin” hatiye weşandin rawestim.

Belê dema min ev zaniyariyên di nava vê pirtûka xwe ya bi navê “gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin”  di sala 2012 de berhevkirin, min hingê dît û vêga jî dibêjim, bingehên ol û civakên Kurdî û bi taybetî jî nirxên ola Êzdiyatiyê ji aliyê zanayên Êzdî-Kurdan ve kêm hatine lêkolînkirin.

Bi dîtina min heta îro hêjî, kêm ji me Êzdî û Kurdan dizanin ku, Êzdiyatî di demên kevn de xwedî bandoreke mezin buye. Xwedê nasîna Ezdahîtiyê timî li dijî nêrîna ku ronakbîr, dîndar û rêberên dewletên desthiletdar, yên ku digotin/dêjin, “rêvebirên desthilatdar pîrozin û hemû kiryarên wan rastin” derketiye.

Lewma jî, gelek ji desthilatdarên ol û dewletên Mezopotamiya yên kevn û dagirkerên Kurdistanê (tevî şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cerdevan, jendirme û berpirsiyarên baylozxanên dewletên hevalbendên xwe) bi fetwa û kampanyayên xwe endamên Ezdahîtiyê, mîna eşqiya, diz, hov, haydut û hwd. dane xwanêkirin.

Xêrnexwazên Kurdistanê û Êzdiyatiyê ji bo armancên kesayetî û desthilatdariya xwe yên qirêj, gelek êrîş anîne ser Êzdiyan, bi sed hezaran Êzdiyên bê sûc û gune bi darê zorê qulibandine ser dînê xwe, qirkirine, tevaya mal û milkên Êzdiyan li ser navên xwe tapû kirine. Bi hemda xwe ne hîştine ku, tu berhemên li ser Kurdîtiya Êzdiyan, Kurdistaniyan, zilma ku li dapîr û kalikên me kirine di nav arşîva desthilatdariya wan de bêne xwanêkirin û parastin.

Lewma dibêjim, divê em Êzdî-Kurd baş fêhmbikin, şahdê dîrokê ne tenê ew dokumentên ku, ji alî û li goriya desthilatdarên dewletên dagirker û kevneperestên kurdên Êzdî, Zerdeştî, Mazdakî, Cuhu, Xaçparêz, Bisilman, Elewî û hwd. ve hatine nivîsandin in…

Lê mixabin, hêjî gelek ji me Kurdan ji van çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê  li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê bi hemd şaşîtî nivîsandine bawer dikin.

Bi dîtina min, gava piraniya „Kurdên ku hişmendiya neteweyî girtine û Kurdayetiyê bingeha her tiştî dibînin”, bi rastî girîngî bidana bikarneyîna vê „peyva neqenc, ya ku gelek ji me Êzdiyan hêjî nabêjin û naxwazin li cem wan anjî di medyayên ragihandinê de bêye bikaranîn, wê gelek Kurdan dujminantiya Êzdiyan nekirina, îro gelek ji Êzdiyan jî negotina, „ziman û qewmîyeta me ji yên Kurdî cûdene. Wê ev  nerastî, nenasîn û paşwerutiya di nava gelê Kurdistanê de belabûne, ne bûne sedem ku, pêkhatiyên Kurdistanê hêjî ji hevûdinê dûrbikevin.

Min daxwazî, xembarî, nêrîn, pirs û bersivên xwe yên  li ser  bingeha şaş an jî rast nîşandana pirsgirêka gotina neqenc, bi gelek  nivîskar, rewşenbîr û lêkolînvanên me ra  parvekirine . Her weha  gelek ji van sedemên ku min di rûp.: 8- 22 yê vê pirtûkê de pêşkêşkirine, tevî hinek ji mînak, xembarî û nêrînên xwe bi wan rêzdaran ra parvekirine û dane xwanê ku di zargotina me de hatiye / hêjî têye gotin :

“pêşiyên me, ji ber Êzdîtiya xwe û tirsa ku dengê vê gotina neqenc nebihîzin, ew nediçûne nava gelek mal, gund û bajêran û pêdiviyên xwe yen ferz jî temîn nedikirin.

Ji ber tirsa ku Kurdên bisilmanên nezan û olperestê bi zarokên wan nekufirin û zarokên wan ji dînê wan derxînen, ne dihîştin ku zarokên wan herine dibistana, nava gund û bajaran.

Keç û jinên xwe bi tenê ne dişandine tu deveran.

Dema carekê ewan zanîbûna ewê ji bona gelek ferz û pir pêdivyan herine daîrenfermî, berhemekî xwe bibirina firotanê, hinek pêdiviyên malê lazimbuna  û hwd. divabûn ser, rû û libasên xwe weke yên Kurdên bisilman bidine xwanê.

Di ser vê de jî, hinga hinek bisilmanên nezan û temênê wan mezin Êzdî nasdikirin, bi dengekî bilind ev gotina ji bo ezdiyan niyeta xirab dide xwanê diqîriyan.

Heta gelek caran bisilmanên fanatîk-nezan zarokê soqaqa bertîl dikirin û di gotine zarokan, “herin di guhên vanên han de vê gotina neqenc(navê mêrik) bibêjin. Êzdiyan bireva rev xwe ji nava wan olperest û nezanên bisilmanên xilasdikirin.

û hwd.

Li ser van nirxandinên zane û ilimdarê Êzdîtiyê yê rêzdar Şêx Sebhi Nabo, yên li ser mijara „peyva neqenc” bifikirin û baweriya me Êzdiyan baş nas bikin.

 

….Li benda beşa dwem bin

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi