April 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Tosinê Reşîd..Nirxandina keda hêja

Destpêka salên 90-emîn, yên sedsalîya borî, gava Yekîtya Sovêt ji hev berda û ji pirtîyên wê 15 dewletên serbixwe ava bûn, li Ermenistanê, ji ber şerê di navbera Ermenistan û Azerbacanê de, seva Nagorniy Karabaxê (Karabaxê Çiyayî),  rewşa aborî û sîyasî gelek xirab bû. Ji bo serê xwe, neferê xwe xwedî bikin, gelek kes neçar bûn ji Ermenistanê derkevin. Piranya kurdên ji Ermenistanê derketin, li Rûsîya û Qazaxistanê bi cîh bûn. Hinek jî çûn komarên Yekîtya Sovête mayî, hebûn derketin Avropa, Amêrîka. Lê gelek jî man. Ji kesên mayî yek jî doktor, dotsent, mamostê Zanîngeha Yêrêvanê ye Doxtiryê, Rizganê Simo bû.

Rizgan ji malbeteke kurdên êzdîye naskirî ye, malbeta Elîyê Şemo. Bavê Rizgan, Simoê Şemo şayîrekî kurdî hizkirî bû, gelek pirtukên şiîra çap kirine. Simoê Şemo usan jî ji nivşa doxtirên kurde yekemîn bû li Ermenistanê, ku Sihîdê Îbo, Firîca Cewarî, Donara Maxmûdova di nav wan de bûn. Ew di dereca xwe de, bûne rênîş ji bo nivşên du wan hatin, ku sal bi sal jimara wan zêde bû.

Rizganê Simo ji nivşa doxtirên kurde sêyemîn e li Ermenistanê. Rizgan 23 ê meha Tebaxê, sala 1953 an li gundê Şênavanê, navça Hoktêmbêryanê (Niha parêzgeha Armavîr), di malbeteke kurdên êzdî de ji dayîk bûye. Piştî dibistana navîn, ew sala 1973 dikeve Înstîtûta Yêrêvanêye Doxtiryê, fakûlta nexweşîyên zarokan û sala 1979 temam dike. Ew salekê ji, ji bo zanebûnên xwe kûr bike, di întêranatûrayê dixwîne. Piştî xwendina xwe Rizgan çênd salan li gundê Zartonk, yê navça Hoktêmbêrîyanê û li bajarê Yêrêvanê çawan doxtir kar dike. Wî li ku jî kar kirîye, navekî baş pey xwe hîştye. Bi taybetî gundîyên Zartonkê, ku piranîyan wan kurdên êzdî bûn, heta niha jî nexweşên xwe dibin bal Rizganê Simo.

Ji sala 1985 an, heta îro Rizganê Simo li înstîtûta Yêrêvanêye Doxtirîyê (niha Zanîngeha Yêrêvanêye Doxtirîyê, ya ser navê Mixîtar Hêratsî) kar dike. Ew ji karê laborantîyê dest pê dike, heta digihîje rada dosêntîyê û cîgirê dêkanê fakûltêtê. Sala 1990 î Rizgan têza xwe doktoryê pawen dike.

Nav van salên borî de Rizganê Simo bîst û pênc berhemên zanîyarî ser pirsên doxtirîyê ye çur bi cûr, di kovar û berhevokên zanîyarî de çap kirine, beşdarî gelek konfêransên zanîyarî bûye. Ew usan jî xudanê çar pirtûkên ji bi xwendkarên zanîngeha Doxtîrîyê ye.

Li Ermenistana îro, gava pêla nasîonalîzmê gelek bilind e, ji bo kesekî ji netewa mayîn ne hêsa ye cîhê xwe bigre, lê Rizanê Simo ne tenê cîhê xwe girtîye, lê nav mamosta û zanîyarên doxtirîyê de hatye nas kirin. Çawan dibêjin, keda Rizganê Simo ji bo perwerde kirina nivşên doxtiraye nû rêtye, deya neçûye. Kar û xizmeta wî baş hatîye nirxandinê.

Sala 2000 î Rizganê Simo ji bo xizmeta di dereca zanîyarî-perwerdeyê da  bi ‘Mêdala zêr’, ya zanîngehê tê rewa kirin.

Sala 2010 ew hêjayî ‘Nîşan zêr’ ya zanîngehê dibe. Wê nişanê ji bo xizmeta bêhempe di dereca perwerde û rêvabirinê de didin. Dîsan wê salê, ew hêjayî ‘Rûmetnama’ Zanîngehê dibe.

Sala 2011 ser bingeha lêpirsîna dor 4000 xwendkarên Zanîngeha Doxtirîyê, Rizganê Simo tê naskirin çawan baştirîn mamosta di seranser zanîngehê. Ev ji bo doktorê kurd destkevtineke gelek mezin bû.

Sala 2013 an şaredarîya bajarê Yêrêvanê, ji bo karê mamostatîya salên dirêj û destkevtinên di dereca zanîyarîyê de, ‘Rûmetnamê’ dide Rizganê Simo.

23 ê Gulanê, ku li Ermenistanê wek cejneke netewî tê pîroz kirin (sala 1918 an 23 ê Gulanê yekemîn Komara Ermenistanê hate damezirandin), serokomarê Ermenistanê,  kesên di karê xwe de gihîştine destkevtinên mezin, xizmeteke hêja ji komara Ermenistan re kirine, rewa dike.

Sala îsal, ji wan kesan yek jî Rizganê Simo bû, ku serekkomarê Ermenistanê Sêrj Sargîsyan, ew bi “Mêdala Mixîtar Hêratsî” rewa kir. Ew mêdal bi rûmettir rewa ye di dereca doxtirîê de. Medal bi navê Mixîtar Hêratsî ye, zanyarê doxtirîyê û doxtirekî ermenyayî sedsalîyên navîn.

Hela salên xwendkarîyê, Rizgan bi êginayî kete nav karên civakî, serkêşekê xwendkarên kurd bû li Yêrêvanê. Û ew xeysetê daxweza kêrî mirovan bê, sal bi sal bal Rizgan mezin bû.  Rizganê Simo, serê pêsekinîye. Gelek caran, ne tenê kurdên Ermenistanê, lê usan jî yên Rûsîya, ji bo nexweşên xwe hewara xwe li wî dadixin. Û Rizganê Simo çi destê wî tê alî wan dike. Doktor, dosênt Rizganê Simo bawarîya xelkê qazanc kirîye, ev yek ji her mirovekî re serbilindî ye.

Van salên dawî, Rizgan karekî mezin kir, ji bo parastina berhemên bavê xwe, şayîr û doxtirê naskirî, Simoê Şemo. Wî çawan şiîr û poêmên bavê xwe, yên neçapkirî, usan jî bîranînên wî, li Yêrêvanê, bi pirtûkên cihê çap kirin.

Gava mirov di nav bîyanîyan de dijî û kar dike, gelek car, bixweze, nexweze, dibe nonerê gelê xwe, bi wî gelê wî nas dikin. Û Rizganê Simo yek ji wan kesan e, ku li Ermenistanê nav û rûmeta kurdan bilind xwey dikin.

Doktor Rizganê Simo bavê sê kurane; Alîk doxtirê dirana ye, Rostem zêrkire, biçûkê malê, Êdgar jî niha xwendkarê zanîngeha Kiştûkal e.

Tosinê Reşîd

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi